Parêzer Beşdar Hesen xelata ku wergirt, diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir

Parêzer Beşdar Hesen ê ji Başûrê Kurdistanê da xuyakirin ku xelata mafên mirovan ku ji DYE’yê wergirtiye, dike diyarî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Wezareta Karên Derve ya DYE’yê, Xelata Parastina Mafên Mirovan da Serokê Koma Parastina Girtiyên Behdînanê Bi Dilxwazî Beşdar Hesen. Beşdar Hesen ku ji Emerîkayê vegeriya Hewlêrê, eşkere kir ku xelata wergirtiye dike diyarî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Beşdar Hesen îro daxuyaniyek bi çapemeniyê re da. Beşdar got ku xelata wergirtiye, dike diyarî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Hesen bi domarî wiha axivî: “Du peyamên giring ên bi dayîna ve xelatê hene. Kirinên li rojnamevanên Kurd ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne rast in û bi armanca piştgiriya bi rojnamevanan azadîxwaz ên li Kurdistanê re hatiye dayîn. Wezareta Karên Derve ya DYE’yê, bi dayîna xelatê bal kişand ser rewşa dadgehên li Herêma Kurdistanê.“

Beşdar Hesen eşkere kir ku xelata ku Wezareta Karên Derve ya DYE’yê daye wî, bila diyarî be ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.