Eniya Demokrasiyê ya Gel bang li Iraqê û PDK'ê kir

Eniya Demokrasiyê ya Gel êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir û ji Iraqê xwest ku li şûna lihevkirina bi Tirkiyeyê re, li ser demokratîkbûn û pirsgirêkên welêt bisekine.

Eniya Demokrasiyê ya Gel li ser bomberdûmana dewleta Tirk a 15'ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber valahiya siyasî ya li herêmê û tirsa ji vê valahiyê, Serokwezîr Haydar Ebadî serdana Tirkiyeyê kiriye.

Eniya Demokrasiyê diyar kir, Ebadî bi Erdogan re li ser mijarên siyasî, leşkerî û aborî hin peyman mohr kiriye û destnîşan kir ku piştî van peymanan, balafirên şer ên Tirk êrîş birin ser Şengalê.

Di daxuyaniyê de ji hikumeta Iraqê hate xwestin ku li şûna lihevkirina bi Tirkiyeyê re ji bo demokratîkbûnê gavê biavêje û pirsgirêkên welêt çareser bike.

DIVÊ ÇI WERE KIRIN?

Eniya Demokrasiya Gel di daxuyaniya xwe de bal kişande ser van xalan:

-Li cihê lihevkirinên li gel dewleta Tirk a dagirkerê Kurdistanê ku pirsgirêkên Iraqê kûrtir dikin, pêwîste pêkhateyên Iraqê nas bikin û qebûl bikin.

-Ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraqê dest bi pêkhateyên bingehîn niştîmanî yên Iraqê bê kirin û di çarçoveya mijara niştîmanî de çareserî bê afirandin.

-Ji bo vê jî divê hikûmeta Iraqê ji gelê Şengalê lêborîn bixwaze û li pêşberî vê jî:

a-Xweseriya Şengalê nas bike û deşta Nînewa weke herêmek xweser nas bike.

b-Hêza parastina Şengalê nas bike û di yasaya parastinê ya Iraqê de fermî bin.

c-Pêwîste hemû hêzên dewleta Tirk bên derxistin. Hêzên din ên herêmên Iraqê vegerine cihê xwe.

d-Pêwîste Amerîka û hêzên navneteweyî berpirsiyartiya parastina hewayî ya Iraqê pêk bînin. Di vê çarçoveyê de ji civaka Êzidî lêborînê bixwazin û daxuyaniyek bidin.

Ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî PDK’ê ku li herêmê ew desthilate:

-Pêwîste doza gelê Kurd bibîne û ji bo yekîtiya neteweyî gavên pratîk biavêje.

-Peywendiyên li gel hemû dewletên dagirker qut bike, ji gelê Kurd û taybetî civaka Êzidî lêborînê bixwaze.

-Biryara parlamenta Herêma Kurdistanê ya hejmar 37 a sala 2003'ê ji bo derxistina leşkerên Tirk ji xaka Kurdistanê bi cih bîne.

-Hewl bidin komkujiya Şengalê weke jenosîd bê naskirin, weke li parlameta Iraqê hatiye naskirin.

-Pêwîste çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bibe beşek ji vê çareseriyê."