Endamê HDP’ê tevî kelepçeyan li bajêr hate meşandin

Di operasyonên qirkirina siyasî de endamê HDP’ê yê ku li Dûtaxê hatibû destgîrkirin, dema ku ji dadgehê re 300 metre ma, ew ji wesayîtê daxistin û tevî kelepçeyan ew li bajêr dan meşandin.

Li navçeya Dûtaxê ya Agiriyê xebatkarê HDP’ê yê Agiriyê Ozgur Ozturk duh hatibû destgîrkirin. Ozturk ê ku ji paş ve destên wî hatin kelepçekirin, dema ku 300 metre ma ji dadgehê re, polîsan ew ji wesayîtê daxistin û tevî kelepçeyan ew li sûkê dan meşandin. Ozturk di dadgehê de biryara girtina wî hate dayîn û ew birin Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê.

Rêxistina HDP’ê ya Dûtaxê ev tişt bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Hevalê me Ozgur Ozturk ê ku di nav xebatên hilbijartinê de bû, duh hatibû destgîrkirin. Hevalê me îro beriya ku wî derxînin dadgehê, wekî ku karekî xerab kiribe ew ji wesayîtê dane peyakirin û ew li pêş çavên gel dane meşandin. Ev polîtîkayên tirsê nikare çavê me bitirsîne. Em ê teqez bi ser bikevin.”