Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê hatin ragihandin

Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê hejmara kursiyên Kurdan li Kerkûkê heft in.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê encamên destpêkê yên fermî ragihandin. Li gorî encaman rêjeya beşdarbûnê li temamê Iraqê %41 bûye û li Kerkûkê jî rêjeya beşdarbûnê %66 bûye. 

Komîsyonê ragihand ku heta niha %94’ê dengan ji hev hatine cudakirin.

Li gorî encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê lîsteya Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Îradeya Me Ye ku ji YNK û Partiya Komînîst a Kurdistanê pêk tê, li Kerkûkê yekem e.

Hejmara kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi vî rengî ye:

Kurd: 7 kursî

Ereb: 6 kursî

Tirkmen: 2 kursî

Xiristiyan (kota): 1 kursî

Hejmara dengên hevpeyman û partiyan wiha ye:

YNK: 136 hezar û 373 hezar deng

PDK: 46 hezar û 749 hezar deng

Newey Niwê: 24 hezar û 620 deng

Eniya Tirkmenî: 72 hezar û 281 deng

Qiyade: 59 hezar û 430 deng

Hevpeymaniya Erebî: 46 hezar û 65 deng

Rube: 46 hezar û 65 deng

Kerkûkna: 21 hezar û 114 deng