'Em ê ti caran Komkujiya Helepçe ji bîr nekin''

Gerîlayê HPG'ê Şahan Şaho kesên ku di 16'ê Adara 1988'an de di Komkujiya Helepçe de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got ew ê ti caran Komkujiya Helepçeyê ji bîr nekin.

31 sal di ser Komkujiya Helepçe re derbas bûn, ku 16'ê Adara 1988'an li Başûrê Kurdistanê pêk hatibû.

Gerîlayê HPG'ê Şahan Şaho di salvegera 31'ê a Komkujiya Helepçe de axivî. Şahan komkujiya bi kîmyasalê ku pê bi hezaran mirov mirin şermezar kir û got, ''Em ê ti caran vê komkujiya ku Rejîma Beasê û hêzên navnetewî li Başûrê Kurdistanê kiriye ji bîr nekin.

Em şehîdên xwe dîsa bi bîr tînin. 5 hezar mirovên me bi çeka kîmyewî hatin qetilkirin. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê ti caran vê ji bîr nekin. Divê têkoşîn were geşkirin û li dijî rejîma Beas û dewleta Tirk a faşîst mirov derkeve qadan. Divê mirov li dijî dagirkeriyê serê xwe netewîne û dengê xwe bilind bike. Heta dawiyê divê di nav têkoşînê de bin.''