'Em berxwedana greva birçîbûnê di Newrozê de bi ser bixin'

Gerîlayên HPG'ê diyar kirin, Cejna Newrozê roja hilatina rojê ye û gotin, "Bi wesîleya Newrozê em berxwedana grevên birçîbûnê bi ser bixînin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê bal kişandin ser girîngiya Cejna Newrozê û diyar kirin, Newroza 2019'an bi berxwedaneke mezin tê pêşwazîkirin. Gerîlayê HPG'ê Bawer Mûnzûr di destpêka axaftina xwe de di şexsê Mazlûm Dogan de şehîdên şoreşê û yên Newrozê bi bîr anî û diyar kir, Newroza îsal Newrozeke ji rêzê nîne.

Mûnzûr bal kişand ser berxwedana mezin a bi pêşengiya Leyla Guven û got, "Em hevalan hemûyan ên li ber xwe diin silav dikin û Newrozê li Serok Apo û gelê me pîroz dikin. Newroz ji bo me azadî, aştî û biratiya gelan e. Newroz xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Zilma ku di şexsê Dehaqan de li Rojhliata Navîn li gelan dihate kirin ji aliyê Kawa ve hate bidawîkirin. Lewma ji hingî ve Newroz her sal tê pîrozkirin.

Îro jî di şexsê Kawayê hemdem Mazlûm Dogan de Newroz bêhtir bûye xwedî wate. Em; gerîlayên HPG û YJA Starê bi ruhê berxweadna Mazlûm Doganan em ê tecrîdkirina Rêberê xwe bi dawî bikin. Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li tevahiya dinyayê belav bûye careke din silav dikin."

NEWROZ HILATINA ROJÊ YE

Gerîlaya YJA Starê Hêvîdar Şiyar bi bîr xist ku zêdeyî 7 hezar girtî li zindanan li ber xwe didin û anî ziman ew hêzeke mezin ji berxwedêran digirin. Hêvîdar Şiyar diyar kir, girtiyên berxwedêr li ser şopa Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Sakîne Cansiz e û got, "Berxwedana wan ji bo me, ji bo gelê me bangekek mezin e. Divê em ji niha û pê ve berxwedanê mezintir bikin. Gelê Kurd gelekî berxwedêr e. Li ser şopa Mehmet Tûnçan e, li ser şopa Bêrîvanan e. Bi wesîleya Newrozê em berxwedanê bi serketinê tacîdar bikin."

Gerîlayê HPG'ê Dijwar Garzan jî işaret bi berxwedana li dijî zaliman kir û got, "Di şexsê Mazlûm Dogan de têkoşîna azadiyê ya Kurd niha xwe gihandiye bi milyonan mirovî. Kevneşopiya Newrozê ku bi Mazlûm Dogan re bû xwedî wateyeke cuda, bi Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan û bi dehan ciwanan domiya. Niha jî li zindanan, li bajaran û li çiyê bi hezaran mirov vê berxwedanê didomînin.

Bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz bi hezaran mirov li dijî neheqî, bêedaletî, dîlgirtin û tecrîdê li ber xwe didin. Ya ku ji me tê xwestin ew e ku em bibin bersiv ji vê berxwedanê re. Newroz li dijî tarîtiyê hilatina rojê ye. Ji bo me mehên Adar û Nîsanê mehên berxwedanê ne. Em careke din Newrozê li Rêber Apo, malbatên şehîdan û gelê xwe pîroz dikin."