Ektî: Leyla wê biharê bîne

Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 130 roj in di greva birçîbûnê de ye. Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî ku bi Leyla Guven re ye got, "Leyla wê bi berxwedana xwe re biharê bîne."

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 130 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Tevî keça Guven Sabîha Temîzkan, Hevseroka Delegeyên Amedê ya KCD'ê û kedkara tenduristiyê Zelal Bîlgîn, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî jî bi Guven re ye. Ektî yek ji şahidên berxwedana Guven e. Ji roja ku Guven ji girtîgehê derketiye, her sê jin 51 roj in rojê 24 saetan bi Guven re ne. Aktîvîsta TJA'yê Ektî qala berxwedana Leyla Guven kir.

Ektî diyar kir, Guven saet 8'an dest bi rojê dike û piştî bicihanîna pêwîstiyên xwe yên bingehîn, dest bi şopandina rojevê dike û got, "Peyam ji derve ya jî ji girtîgehan jê re tê. Em wan jê re dixwînin. siyaseta dinyayê, Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê dişopîne. Em jî rojeva bingehîn jê re dixwînin. Em jî rojevê dinirxîne."

Ektî anî ziman ku Guven hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê weke beşek ji vê pêvajoyê dibîne û ji bo wê gelekî girîng e ku îradeya gel a ji aliyê qeyûman ve hatiye desteserkirin bi hilbijartinê re ji nû ve bê bidestxistin.

Ektî ragihand, rewşa tenduristiyê ya Guven roj bi roj nebaş bibe jî moralê wê gelekî bilind e û got, "Bivê nevê bedena wê gelekî westiya ye. Ji bo piştevaniyê daxwaza serlêdanan ji derve tê kirin, lê belê ancax 10-15 rojan carekê em dikarin destûra serdanê bidin. Ji ber ku rojên dawî bi zekemê ket. Lewma em neçar in bi baldarî tevbigerin."

Ektî qala bandora Guven a li ser xwe kir û anî ziman, wê nîşan da ku di nava jiyanê de sekna jinê çawa be. Ektî got, "Nêzî 30 sal in di nava siyaseta aktîf de me. Dikarim bêjim ku yekemcar e bi rêk û pêk kûr dibim."

Ektî diyar kir, ew di serdemeke berxwedanê de ne û got, "Berxwedanek e ku payîz li pey xwe hiştiye, zivistan derbas kiriye û dest bi berxwedanê dike. Leyla cemreyek e, ku tîna xwe daye hewa, av û aê. Cemreyeke ku biharê bi xwe re tîne. Ji ber vê yekê hîn bûm ku bi berfirehî li mijaran binerim û bi sebir tevbigerin. Hîn bûm ku jinek çawa dikare jiyanê biafirîne, pirsgirêkan çareser bike."

Ektî herî dawî anî ziman ku Leyla Guven berxwedan bi wan daye fêhmkirin û got, "Her ku em digirîn ji me re dibêje, 'Negirîn, ev berxwedan e. Ez ji kevneşopiya berxwedana Çaran, Kemalan, Xeyriyan û Mezlûman têm."