Dûran Kalkan qala çalakiyên li Dihê û Şemzînanê kir

Serdegirtin li Edliyeya Dihê bû. Nêzî 60 çe hatin desteserkirin. Serdegirtin li mala qeymeqam bû. Belavoka damezrandinê ya HRK'ê ji koparlora mizgeftê hate xwendin. Gelek belavok hatin belavkirin û afîş hatin dalizandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Dûran Kalkan di beşa diduyê ya hevpeyvînê de ku ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî behsa çalakiyên 15'ê Tebaxa 1984'an kir û got, "Li Şemzînanê qereqol û lojmanên eskerî bûn hedefa derban. Hem qedemeya fermandariyê û hem jî hêzên eskerî derb xwarin. Di warê eskerî de li Şemzînanê bêhtir wendahiyên artêşa Tirk çêbûn. Li Şemzînanê aliyê eskerî bêhtir li pêş bû.”

Dûran Kalkan di beşa duyem a hevpeyvînê de behsa encamên eskerî û siyasî yên çalakiyên Erûh û Şemzînanê kir. Kalkan behsa hûrgiliyên derbarê fermandarê çalakiya Şemzînanê Abdullah Ekinci (Eliyê bi berçavk) kir û li ser yekîneyên destpêkê yên gerîlayên jin peyivî.

ÇIMA DIHÊ DERKET PÊŞ?

Dûran Kalkan îşaret bi wê yekê kir ku ji ber rewşa fermandariya çalakiya Dihê, ev çalakî derketiye pêş û wiha dewam kir: “Yê ku çalakiya Dihê kirî, fermandarê Yekîneya Propagandayê ya Çekdarî ya 14´ê Tîrmehê, hevrê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) bû. Ew Adara 1986’an li Gabarê di şer de şehîd bû. Vê rewşa şehadetê jî, kir ku li ser tesîrkariya hevrê Egîd di çalakiya kete navenda bal û awiran.

Yê ku çalakiya Şemzînanê kirî, fermandarê Yekîneya Propagandaya Çekdarî ya 21´ê Adarê, hevrê Eliyê bi berçavk (Abdullah Ekinci) bû. Vî hevrêyî jî di salên 84-85´an de bi rastî jî bi qehremanî têkoşiya. Ew sala 84’an çû Hekarî û sala 85´an jî çû Xerza û fermandarê wê yekîneya gerîla bû ku gelek çalakî kirin. Lê belê di encama minaqeşeyan û tesîra hêzên tesfiyekar de wî dawî li jiyana xwe anî û vê jî kir hem ku ew û hem jî çalakiya Şemzînanê li pişt perdeyê bimîne. Mirovekî pirr hesas û hestiyar bû. Wî xwe li ber wan gotin û minaqeşyên tesfiyekariyê yên li dijî bipêşketina gerîla nekarî xwe bigire. Em bi vê baş dizanin.”

3 FERMANDARÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Herçî çalakî bi xwe ye, Kalkan van agahiya dide, “Herdu çalakî bi plansaziya hevpar hatin kirin. Lê belê li Erûhê hin aliyên plansaziyê û li Şemzînanê hin aliyên wê yên din derketin pêş. Mînak, li Erûhê serdegirtina avahiya Dadgeriyê çêbû, qederê 60 sîlehî hatin desteserkirin. Bi ser mala qeymeqêm de hat girtin. Danezana damezradnina HRK´ê di hoparlora mizgeftê de hat xwendin. Belavok gelekî hatin belavkirin û afîş hatin daliqandin.

Li Şemzînanê rewş hinekî guhertî bû. Li Şemzînanê belavkirina belavokan, daliqandina afîşan hinekî kêm bû. Serdegirtina dadgeriyê û desteserkirina sîlehan çênebû. Lê belê derb li qereqol û lojmanên wê hat xistin. Hem qedemeya fermandariyê û hem jî hêzên eskerî derb xwarin. Di warê eskerî de li Şemzînanê bêhtir wendahiyên artêşa Tirk çêbûn. Niha navê wan baş nayê bîra min, lê sê fermandarên xwedî payeyên cihê hatibûn kuştin. Sê çarek jî birîndar bûbûn. Gelek guleyên roketên RPG li qereqolê û lojmanan hatibûn xistin. Li Şemzînanê aliyê eskerî bêhtir li pêş bû.”

WÊREK, JÎR Û HESTIYAR BÛ

Ji bo Fermandarê çalakiya Şemzînanê Abdullah Ekinci jî Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Dûran Kalkan got, “Ji ber sedema li jor min behsa wê kir, ew dernekete pêş, nehat lêkolan û minaqeşe li ser nehatin kirin. Diviyabû wisa nekira, çi dibû bila bibûya, diviyabû wî xwe li ber êrişên tesfiyeker bigirta. Ya ku milîtaniya Apoyî û fermandariya gerîla dikir ku mirov jê hêvî bike, ev bû.

Hasil, di encamê de dawîanîna li jiyana xwe bi xwe rûdabû. Lêpirsînek bû. Derket holê ku pêsîrtengkirina tesfiyeker rê li ber vê yekê vekiriye. Ji ber wê yekê rûmeta wî lê hat vegerandin û weke şehîd hat ragihandin. Lê helbet vê rewşê û van bûyeran pêşiya wê yekê girt ku ew weke hevrê fermandar Egîd ê di şer de şehîd bûyî, bê nirxandin.

Hevrê Abdullah Ekinci ji Çewlîgê ye. Malbat û derdoreke welatparêz e. Mirovekê bejn û bala wî dirêj û bi heybet bû sekna wî. Zanîngeh xwendibû û bi rastî jî gelekî jîr bû. Di warê hakimbûna eskerî de jêhatî bû.

Destpêka sala 1979´an bû, ji ber ku nasnameya wî ne li ser bû, di kontroleke rê de hat girtin. Bi xêra hewldanên malbatê û ji ber ku tiştekî wî jî nebû, piştî deh rojan ew hat berdan. Wî ev yek ji xwe re timî kire bar. Digot, çima dijmin ez berdam, ji xwe dipirsî, ka partî bi çi çavî li min dinihêre.

Ez wisa zen dikim ku tesfiyekaran jî bi vê yekê dizanî û di ser vê re bi ser wî de çûn. Ev rewş li gorî xwe ji nû ve gurr kirin, bi gotinên ku ne rast in, li ser wî zext kirin. Yan na, pratîka wî gelekî serketî bû.

SERPELÊ QEREQOLÊ JÎ KUŞTIN

Ew çûbû kongreya Sêyem. Pirr bi kelecan bû. Piştî çalakiya Şemzînanê, yê ku derb li yekîneya Kenan Evren bi xwe xistî jî, ew bû. Wî li devera Hekarî gelekî çalakî kirin. Di bihara 1985´an de dema ku li Xerza navenda fermandariyê derb xwar, wî erka xwe da ser milê xwe. Wî ew der hîç nas nedikir. Ji Heftenînê bi yekîneyekê çû heta bi Xerza. Li wir 3-4 çalakî kirin, hêzên Xerza dan ser hev û careke din bi awayekî serketî derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

Ew kesê bi navê Nusret Aslan di yekîneya wî de bû. Dema ku ji Şêrwanê dibihurin, ew diçe teslîmî dijmin dibe. Wî dijmin anî ser yekîneya hevrê Abdullah Ekinci. Tevî ku bi ser wan de hatibû girtin, wan şer kir, serpelê qereqolê jî kuşt, ne kuştî û ne jî birîndarê wan çê bûn, û rêya xwe dewam kirin. Hevalekî ewqasî serketî bû di warê eskerî de.”

YEKEM GERÎLAYÊN JIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Dûran Kalkan, behsa yekem gerîlayên jin ên di nava PKK´ê de jî kir. Tevî ku di çalakiyên Eruh û Şemzînanê de cih negirtin, hingê gerîlayên jin hebûn. Kalkan wiha behsa wan dike: “Piştî çalakiyên 15´ê Tebaxê ne bi gelekî komek derbasî Botanê bû û di nava vê komê de yekîneyeke gerîlayên jin hebû. Hevrê Hawa (Hanım Yaverkaya) di nava vê yekîneya yekem de bû. Ew çû heta bi Erûhê û li wir bi erka fermandariyê rabû.

Ew bi dewreke girîng rabû. Dayika wê Dure di Berxwedana Hîlwanê de bi çi dewrê rabûbe, wê ew rol dewam kir, anî nav gerîla. Wê bi rastî ew xet da ber xwe dewam kir. Divê em wê timî hurmet û minetdarî bi bîr bîbin.”