Dundar: Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê wê li her qadê bidome

Wekîla HDP'ê Pero Dundar anî zimna, li her tax, kolan û malên Kurdistanê rojeva sereke tecrîd e û got, "Her kes zane ku mûxatabê çareseriyê Ocalan e."

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger ji ANF’ê re axivî. Dundar anî ziman ku li seranserê Kurdistanê li her kuçe, tax û malan rojeva sereke tecrîd e û da zanîn, çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kirin firsendek e, bangawazî ye. Divê her kes guh bide vê daxwaz û bangawaziyê. Dundar destnîşan kir, her kes ji aliyê xwe ve tevlî govenda berxwedanê dibe û wiha axivî: "Çalakiyên grevên birçîbûnê çalakiyên rewa û hiqûqî ne. Hikumet û tevahiya dinya baş dizane rêzdar Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Ji bo vê jî rol û mîsyonan Ocalan cuda ye. Ji bo pêşiya pêvajoya diyalog û aştiyê neyê vekirin tecrîdê giran dikin. Tecrîda girankirî ya li ser rêzdar Ocalan bandorê li ser tevahiya Rojhilata Navîn dike. Daxwazên çalakgeran daxwazên bi mîlyonan welatiyên Kurd e."

'GIRTÎGEH DI SERDEMÊN KRÎTÎK DE DIKEVE DEWRÊ'

Dundar bilêv kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe xwest rêyên hatine xitimandin ji nû ve veke û wiha pê de çû: "Leyla Guven li girtîgehê dest bi çalakiyê kir û ev çalaki li seranserê dinyayê belav bû. Girtîgehan dîsa rola xwe ya dîrokî lîstin û ketin dewrê. Di serdemên wiha girîng de her tim girtîgeh rola xwe dilîzin û dikevin dewrê. Di sala 2012'an de çalakiya greva birîçîbûnê encam girt û wekî çalakiya Xeyrî û Kemalan bi daxwazeke siyasî hate destpêkirin. Serdema 2012'an jî dişibiya vê serdemê. Tenê daxwazek hebû, divê hevdîtin bi Rêzdar Ocalan re çêbibin. Hevdîtin dest pê kirin. Birêz Ocalan di pêvajoya muzakereyê de rol girt û bihara gelan dest pê kir. Rêzdar Ocalan bi israr heta 3 salan ev pêvajo domand. Wê pêvajoyê rê li ber Tirkiyeyê vekir. Piştî Mutabaqata Dolmabahçeyê hat tunekirin di 5'ê Nîsana 2015'an de tecrîdeke din li ser Ocalan dest pê kir. Tirkiye ber bi felaketê ve birin. AKP, dît ku ger şer biqede wê nikaribe deshilata xwe bidomîne, ji ber vê yekê tecrîd kûr kir."

'TEQEZ ÇALAKGER WÊ BI SER BIKEVIN'

Dundar got, eger tecrîd ji holê were rakirin pirsgirêkên hene jî tên çareserkirin û wiha dewam kir: "Wê bi çalakiyên greva birçîbûnê rê li ber gelek tiştan vebe. Ne bi hêviya ku wê desthilatdarî gavekê bavêje, ji bo ev neçareserî raweste mecbûr e qanûnan pêk bîne. Her kes bi rola rêzdar Ocalan dizane. Her kes dizane pêdiviya Tirkiyeyê bi çareseriyekê heye. Erdogan rola şer e û şer kûr dike. Rêzdar Ocalan jî rola çareseriyê ye. Berdêl çi dibe bila bibe teqez wê ev çalakî bi ser bikeve. Wê Leyla Guven û girtî bi ser bikevin. Muxatabê vê yekê rêzdar Ocalan e. Tecrîd pêşî li rêya jiyanê ya gelan digre. Eger tecrîd rabe serdemek nû destpê dike û hemû pirsgirêkên hene wê werin çareserkirin. Têkoşîna me ya li hemberî tecrîdê wê li her qadê bidome û heta em bigihêjin armanca xwe em ê li dijî vê polîtîkayê bitêkoşin."