Du pêşengên nemir

Şehîd Berçem Tûrcel û Kînda Zîn têkoşîna xwe ya 30 salan a bênavber bi îfadeyên xwe ji kamerayan re hesreta xwe, hevrêtî û hestên xwe yên kûr piştî yên derketine rê, parve dikin.

Şoreşger Berçem Turcel (Hibrize Ozdurak) û Kînda Zîn (Fatma Onur) ku ji sala 1993’an û vir ve têkoşîna azadiya jinê dimeşînin, di 28’ê Cotmeha 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Ew her kêliya 30 salan tejî jiyan. Ji bo sibe dereng nebe, bêrîkirinên xwe paşve nexistin… Di 30 salan de şahidî ji hemû zehmetî û bedewiyên re kirin, bi jiyankirina dîroka azadiya jinê nirx li nirxan zêde kirin. Pêşî di nava xwe de şoreşa jinê afirand, piştre di nava civakê de dest bi avakirina wê kirin. Gav bi gav, bi bîhnfirehî ava kirin 

Şehîd Berçem Turcel û Kînda Zîn têkoşîna xwe ya 30 salan a bênavber bi îfadeyên xwe ji kamerayan re hesret, lêgerîn, têkildarî hevrêtiyê û hestên xwe yên piştî veqetîna ji hevrêyên xwe vedibêjin.