Dîlok: Vê biharê wê tecrîd bi dawî bibe

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Dilzar Dîlok got, Newroza 2019'an wê rê li ber bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilweşîna faşîzmê veke.

Endama Komiteya Rêveber a PKK'ê Dilzar Dîlok têkilî Newrozê got: ''Çawa ku her giyanewer, gerdûn û sirûşt xwe nû dike, Newroz jî ji bo gelê Kurdistanê tê wateya xwe nûkirinê. Bêguman, di dîroka hemû civakan de çîrok û destanên xweafirandinê,yên têkoşînê hene, ji bo Kurdan jî Newroz çîroka Newrozê dastana xweafirandinê, ya xwe azadkirinê ye. Piştî ku PKK li ser dîroka Kurdistanê xuya bû, Newroz gihaşte wateya xwe ya gewherî û heqîqî. Bi qêrîna Berxwedan Jiyana a hevrê Mazlum Dogan a li Zindana Amedê, gelê Kurd bi gotina, ''Heta ku Deheq hebin wê Kawayên Hesinkar jî hebin'' serî rakir. Mazlum Dogan bi çalakiya xwe bû rêgeza jiyana azad, ji ber vê jî, em dikarin rê û rêgezên PKK'ê mîna yên jiyana azad û Newrozê bibînin. Newroz bi rêgezên xwe bi şêwaza Rêber Apo jiyana azad û têkoşîna di ber azadiya xwe de ye.''

'DIJMIN, BI XWARINA MÊJIYÊN JIN Û CIWANÊN KURDISTANÊ HEBÛNA XWE DIDOMÎNE'

Dîlok bi domdarî got sedsala 21'ê, bi derketina PKK'ê re ev dîrok dîsa zindî bûye û wiha domand: ''Ji nû ve nivîsîna dîrokê, li ser rêgezê Mazlûm Dogan jiyan û berxwedan, li ser felsefeya Rêber Apo jiyana azad e. Me Tevgerê bi pirsa, ''Gelê Kurdistanê di sedsala 21'ê de wê jiyaneke çawa ava bike?'' dest bi têkoşînê kir. Girîng e bê ka li ser rêgezên jiyana azad wê jiyaneke çawa were jiyîn, jin û zarok wê çawa bijîn, mirovê Kurd wê wateyeke çawa bide kedê û çawa jiyana xwe rê ve bibin, ev girîng e. Li derdora van pirsan têkoşîna me hatiye asta herî bilin, pirskirina van pirsan a li xwe, lêgerîna li rêgezên jiyana azad e. Mazlum Dogan bi van pirsan dest bi têkoşînê û berxwedanê kir, dema ku em niha dinerin, ji her demê zêdetir hewcehiya me bi van rêgezan heye. Îro, faşîzm mîna Deheqan bi xwarina mêjiyê jin û ciwanan xwe mîsoger dike. Em jî di sedsala 21'ê de biryardar in ku mêjiyê xwe bi dagirkeran nedin xwarin. Ev biryara me jiyana bi rêgezên Mazlum Dogan e, em jin hatina biharê bi rêgezên Rêber Apo pêşwazî dikin.''

'GELÊ ME BI RÊBER APO RE WÊ DI JIYANA AZAD DE GAVÊN GIRÎNG BAVÊJE'

Dîlok got gelê Kurdistanê bi hezaran salan bi zanebûn hebûna xwe domandiye, çawa ku bi PKK'ê re ev hişmendî û berxwedana xwe bi pêş ve birine vê Newrozê jî bi xwedîderketina li nirxê xwe wê pîroz bike.

Dîlok wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Çawa ku her zindî, gerdûn û sirûşt xwe nû dike, Newroz jî ji bo gelê Kurdistanê tê wateya xwe nûkirinê. Bihar çawa ku ji bo sirûştê xwe nûkirin be ji bo jin û ciwanên Kurdistanê jî xwe nûkirin e. Çawa ku sirûşt xwe nû dike em jî bi biryarariya jiyana azad xwe nû dikin. 2019 nûbûna xwe wê bi şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, bi şikandina faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk pêk bîne û ev nûbûn wê azadiya Rêber Apo bîne. Gelê me çawa ku hebûna xwe bi zanebûna bi hezaran salan domadninbe û bi PKK'ê re gaveke mezin dabe ber xwe, gelê me bi vê hişmendiyê û berxwdana mezin sala 2019'an wê li nirxê xwedî derkeve û Newrozê pêşwazî bike. Gelê me bi jiyana azad, bi jiyana Rêber Apo re wê gavên girîng bavêje. Ji ber ku gelê me jiyaneke azad û birûmet heq dike, Newroza 2019'an wê bibe sala ku gelê me weke ku heq dike bi Rêbertiya xwe re têbikoşe û jiyaneke azad bijî.''