Dilê AKP'ê bi 2 girtîgehan rehet nebû, yeka din li Erdîşê çêkir

Rejîma AKP'ê ku ji bilî şer û mirinê tiştekî li Kurdistanê nake, careke din giranî da ser çêkirina girtîgehan. Li Erdîşê ku nifûsa xwe 200 hezar e û 2 girtîgeh lê hene, AKP'ê girtîgeheke din çêkir.

Hikumeta AKP'ê ku beriya her hilbijartinê li Wanê merasîmên vekirinê li dar dixe û deng ji gel dixwaze, 'razemeniyên' xwe didomîne. AKP ku ji bilî zilmê bi ti awayî nêzî gelê Kurd nabe, li navçeya Erdîşê ya Wanê girtîgeheke din çêkir. Bi vî rengî hejmara girtîgehên li navçeyê bû 3. Li navenda Wanê girtîgehên Tîpa F, Tîpa T, Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Taybet û Tîpa M hene. Li Erdîşê 2, li Westanê 1 bi giştî 7 girtîgeh hebûn. Bi girtîgeha dawî re hejmara girtîgehên li Wanê bû 8.

Nifûsa Erdîşê 200 hezar e. Li Erdîşê di nava dîroka 90 salî ya dewleta Tirk de gelek komkujî hatin kirin. Sala 1930'î di Komkujiya Zîlanê de 45 hezar kes hatin kuştin. Piştî Komkujiya Zîlanê bi sedan kes hatin darvekirin, bi hezaran kes hatin girtin û bi deh hezaran mirov jî hatin sirgûnkirin.

80 JI SEDÎ YÊ GEL BÊKAR E

Li Erdîşê salên 1945, 1976 û 2011'an sê caran erdhejên mezin pêk hatin. Ji ber erdhejan bi deh hezaran mirov mirin û birîndar bûn. Di dîroka 90 salî ya dewleta Tirk de mîna bajarên din ên Kurdistanê li Erdîşê jî zilmeke giran a dewleta Tirk hate kirin. Erdîş ku navenda karên çandinî û sewalkariyê bû, bi desthilatdariya AKP'ê re ev taybetmendiya xwe winda kir. Desthilatdariya AKP'ê çandinî, sewalkarî û hilberîn li Erdîşê qedand. Sala 2016'an jî dest danî ser Şaredariya Erdîşê ya DBP'yî û qeyûm lê bi cih kir.

Di serî de Hevşaredarên Erdîşê yên DBP'yî û encûmenên şaredariyê, bi sedan kes hatin girtin. Li Erdîşa ku nifûsa xwe 200 hezar e, 80 ji sedî şêniyên navçeyê bêkar in. Şêniyên navçeyê ji ber bêkariyê neçar dimînin biçin metropolên Tirkiyeyê ji bo kar bikin. Ji ber ku xizmetên tenduristiyê bi têrkerî nîne, gelê navçeyê diçe navenda Wanê û bajarên din.

XIZMETÊN AKP'Ê: AVAHIYA NÛ YA EMNIYETÊ Û GIRTÎGEH

Nexweşxaneya Nû ya Dewletê Erdîşê ku sala 2008'an hîmên wê hatin danîn û ev 10 sal in naqede, ji aliyê AKP'ê ve 14 caran hate vekirin. Nexweşxaneya ku dike nake naqede, bûye cihekî rantê ji bo AKP'ê. Hikumeta AKP'ê ku 10 sal in nexweşxaneyekê çênake, di nava salekê de avahiya midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê çêkir. AKP niha jî girtîgeheke nû çêdike.

Girtîgeha ku beriya niha bi demeke kin hîmên wê hatin danîn, li ber qedandinê ye. AKP'ê beriya niha li qada Şaristaniya Ûrartû ku di asta yekemîn de cihê sîtê ye, avahiyên TOKÎ çêkiribû. Niha jî li heman herêmê girtîgehê çêdike. Li Erdîşê 2 girtîgeh hene, lewma çêkirina girtîgeheke din rê li ber nerazîbûna gelê Erdîşê vekir.

EM GIRTÎGEHAN NAXWAZIN, EM AZADIYÊ DIXWAZIN

Welatiyekî ji Wanê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike got, "AKP û dewleta Tirk tenê zilmê li herêmê dikin. Ya mirovan dikujin, ya digirin, ya jî sirgûn dikin. Bi salan e herêma me talan kirin. Eger bi rastî jî xwedî edalet bûna, wê li şûna girtîgehê li vê derê nexweşxane û kargeh çêbikira. Em maf û azadiyê dixwazin, lê ew girtîgehên nû çêdikin. Em girtîgehan naxwazin, em azadiyê dixwazin."