Di sala 2022’an de li hemerî 399 rojnamevanan binpêkirinên mafan pêk hat

Li gorî rapora rêxistina Aştî û Azadiyê, di sala 2022’an de li herêma Kurdistanê 209 kiryarên binpêkirinê li hemberî 399 rojnamevanan hatiye kirin.

Rêxistina Aştî û Azadî a Parastina Maf û Azadiyan rapora xwe ya têkildarî azadiya ramanê û binpêkirina mafê rojnamevanên li Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Li gorî rapora rêxistinê, 43 bûyerên girtinê, 113 bûyerên rêgirîkirinê di dema şopandinê de li hemberî 180 rojnamevanan, şikandin û destdanîna ser kel û pelên rojnamevanan, 17 bûyerên gefxwarinê li hemberî 31 rojnamevanan hatine tomarkirin.

25 bûyerên nedana agahiyan li hemberî 25 rojnamevanan, 2 bûyerên serdegirtina ofîsê dezgehan û 7 bûyerên dosyayên dadgehê li hemberî 8 rojnamevnan hatine tomarkirin. Her wiha 9 bûyerên gefxwarinê li hemberî rojnamevanan di sala borî de hatin tomarkirin. Li gel 5 bûyerên êrîşa li ser malperên dîjîtal ên nûçeyan hatine encamdan.

Ji destpêka salê ve, Navenda Metro, sendîkayên Rojnamevanên Kurdistanê, Rêxistina aştî û azadî, daneyên binpêkirinên li hemberî rojnamevanan parve kirin û di rêjeya daneyan de hejmarek zêde  ya binpêkirinan tê dîtin.