Di Haberturk TV de 'banga kuştina' Bafil Talabanî hate kirin

Serokê Îstîxbarata Fermandariya Giştî ya Tirk ê berê Îsmaîl Hakki Pekîn beşdarî bernameya televîzyonekê bû û bang kir ku li hemberî Serokê YNK'ê Bafil Celal Talabanî sûîqest bê kirin.

Serokê berê yê Îstîxbarata Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn beşdarî bernameya bi navê 'Gerçek Fîkrî Ne' ya bi moderatoriya Eren Egîlmez a li Haberturk TV bû û banga sûîqestê kir.

Pekîn bal kişand ser peymana 'ewlekariyê' ya 15'ê Tebaxê ku di navbera Enqere û Bexdayê de hate mohrkirin û got, "Peymana ku Tirkiyeyê bi Iraqê re kir peymaneke gelekî girîng e. Heman tiştî divê em li vî alî jî (Sûriyeyê) bikin. Efedîm, Bafil Talabanî filan tişt kiriye. Bila ji dewreyê bê derxistin. Yanî eger pêwîstî pê hebe bila sûîqest li hemberî wî bê kirin."

Pekîn ji ber hişyariya ji studyoyê hat got, "Hûn ê nekin, hûn ê bi hinekî din bidin kirin" û bi vî rengî li rê û rêbazên sûîqestê yên dewleta Tirk mikur hat.