Wê li Zanîngeha Cenevreyê panela Abdullah Ocalan bê lidaraxistin

Li Zanîngeha Cenevreyê wê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de panel bê lidarxistin.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan keta sala xwe ya çaremîn. Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmehê ji aliyê dostên Kurdan ve li seranserê cîhanê hate destpêkirin, bi çalakiyên cuda dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de li bajarê Cenevre yê Swîsreyê wê roja Şemiyê saet di 19:00’an de li şanoya Anfitî ya li Zanîngeha Cenevreyê panela bi ser navê “Ji bo azadiya gelê Kurd divê çi bê kirin" bê lidarxistin. Parlementera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, nûnerê PCR’ê û aktivîst Nadîna ku li Rojava dimîne weke axaftan beşdarî panelê bibin.

Panel wê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (NCDK-C) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve bê lidarxistin. Partiya Şoreşger a Komunîst (PCR) û koma Serhildan jî wê piştgiriyê bide panelê.

Afîşên ku ji bo panelê hatin amadekirin, zanîngeh jî di nav de li gelek saziyan hatin daliqandin. Di danezana li ser navê Komîteya Amadekar de ev tişt hatin gotin:

“Divê destkeftiyên şoreşa Kurdistanê biparêzin û dawî li zexta heyî bînin. Dema ku Îsraîlê şêtiya  qirkirina Netenyahu dewam dike, Erdogan jî bombe li gundên Kurdan dibarîne, daristanan dişewitîne û her ku diçe Kurdistanê zêdetir dagir dike. Ramangêrê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girava Îmraliyê ya li Tirkiyeyê di bin tecrîdê de tê girtin.

Heydûtên kapîtalîst û bi taybetî NATO’ya di bin kontrola DYE’yê de ji bo berfirehkirina qada tesîra xwe bi awayekî tinazker gelan dişîne şer. Mînak hikûmetên Tirk û Îsraîlê ji bo pêkanîna desthilatdariyên xwe bi dehan sal in di dewamkirina qirkirinên xwe de dudilî nebûn. Li hemberî vê têkoşîna azadiya Kurd û şoreşa Rojava, têkoşîna Filîstin û Bihara Ereban ruh û îradeya berxwedanê ya bindestan nîşan dike. Ev têkoşîn wê rê li ber civakê ku li ser bingehe nû hatiye avakirin veke ku mafê tayînkirina çarenûsa gelan mîsoger bike û rê li ber azadiya gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê veke.”