4 kesên ku li bexçeyê qereqolê êşkence lê hatibû kirin, hatin girtin!

Biryara derheqê 4 kesên ku li Xelfetiyê li baxçeyê qereqolê êşkence lê hatibû kirin de ji aliyê Dadgeha bilind ve hate erêkirin û 4 kes dubare hatin girtin.

Di 18’ê Gulana 2019’an de li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê 4 welatî hatibûn binçavkirin û êşkence lê hatibû kirin. Welatiyên ku 2 salan girtî mabûn hatibûn berdan. Lê belê piştî Dadgeha Bilind cezayê wan erê kir, dîsa hatin girtin. 

5’emîn Dadgeha Cezayên Giran di 25’ê Hezîrana 2021’ê de doza bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Rêveberiya rêxistinê kirine” hatibû vekirin de biryara xwe dabû. Dagdehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê”, 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Celal Yildirim, Cindî Zencîrkiran, Omer Gul û Vakkas Kiliç birîbû û biryara tehliyeyê dabû. Parêzerên bersûcan û dozgerê komarê têkildarî biryarê serî li îstînafê dabû. 

4’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê cezayê bi îdiaya “Bi dilxwazî û bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” hatiye dayin di cih de dît û biryar da ku ceza li gorî tawanbariya “endamtiya rêxistinê” were dayin û li dadgehê vegerand. 

Dadgeha herêmî jî di 25’ê Cotmeha 2022’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li her 4 welatiyan birî. Biryara ji hêla îstînafê ve hatibû erêkirin, di 4’ê Tîrmehê de bi piraniya dengan ji hêla 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Piştî biryarê, bi ser malên welatiyan ên li gundê Yalakê yê navçeya Hewagê de hate girtin, her 4 welatî birin edliyeyê û piştî biryar li rûyê wan hatî xwendin, hatin girtin.