DEM Partiyê giliyê wan kesan kir ku lêpirsîna Narîn asteng dikin

DEM Partiyê giliyê wan kesan kir ku lepirsîna der barê kuştina Narîn Guran a 8 salî asteng dikin.

Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê têkildarî Narîn Guran a 8 salî ku li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê kesên nahêlin lêpirsîneke baş were kirin û rastî bên tespîtkirin, gilî kir.

Piştî gilî hate kirin, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevsa Çelîk Ozbîngol bi bîr xist ku dema xebatên ji bo dîtina Narînê didomiyan, di çarçoveya dosyayê de biryarên “Nepenî” û “qedexeya weşanê” hatine dayin. 

Ozbîngol, diyar kir ku agahî û belgeyên tenê di destê emniyet û dozgeriyê de bi medyayên alîgir re hatine parvekirin û wiha got: “Narîn, bi hêzeke rêxistinkirî hate qetilkirin. Hewl didin cînayetê bêfaîl bihêlin. Gumanên me hene ku têkildarî qetilkirina Narînê lêpirsîneke baş nehatiye kirin.”

Ozbîngol, bal kişand ser gotinên Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû ku digot “Carnan hinek tiştan dizanî lê nikarî biaxivî” û ev tişt anî ziman: “Van daxuyaniyan, bandor û zext li ser daraz û jendermeyan çêkir. Di dosyayê de hewldaneke mezin a ji bo tunekirina delîlan heye.”