Lubnan: Di encama êrîşê Îsraîlê de 20 kes ku piraniya wan Sûriyeyî ne mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, diyar kir ku di encam êrîşa Îsraîlê ya hewayî ya li rojhilatê welat 20 kes ku piraniya wan Sûriyeyî ne mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ragihand ku di encama êrîşa bi şev a li dijî taxa Yûnîn a navçeya Baalbek de 19 jê hemwelatiyên Sûriyeyê 20 kes mirin.

BÊTIRÎ 20 HEZAR KES DERBASÎ SÛRIYEYÊ BÛN

Di heman demê de çavkaniyek ewlekariyê yê Sûriyeyê, ragihand ku bêtirî 22 hezar kes ji roja Duşemê û vir ve ji ber bombebarana Îsraîlê derbasî Sûriyeyê bûne.

Li gorî rojnameya L’Orient Le Jourê, çavkaniyek ku nexwestiye navê xwe eşkere bike wiha gotiye, “Di nava sê rojan de, hejmara giştî ya kesên di deriya sînor ê Cdeydet Yabbus derbas bûne, bêhtirî 6 hezar Lubnanî û nêzî 15 hezar Sûriyeyî hene.”

Li gorî çavkaniyek din jî, hate gotin ku ji Cusiyeyê hezar Lubnanî û 500 Sûriyeyî derbas bûne.

Li gorî çapemeniya herêmî Wezareta Kar û Barên Giştî ya Lubnanê, diyar kiriye ku Îsraîlê deriyek sînor ê di navbera Lubnan û Sûriyeyê de hedef girtiye.