Li Rihayê dijminatiya li dijî zimanê Kurdî hate protestokirin

Li Rihayê êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Kurdî û saziyên zimanê Kurdî hate protestokirin û wiha hate gotin, “Em ê bi axaftina zimanê Kurdî bersiva êrîşan bidin.”

Daxuyanî li Qada Topçu ya navçeya Haliliye hate dayîn. Parlementerê DEM Partî yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevserokê Şaredariya Curnê Reş Garîp Yeşîl, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Her dem Kurdî her der Kurdî” hate vekirin û dowîzên bi nivîsên “Dem dema Kurdî ye”, “Kurdî nasnameya me ye” hatin hilgirtin.

Rêveberê DBP’ê Osman Îzgor destnîşan kir ku zextên ku li ser ziman û çanda Kurdî zêde bûne, civakê cihê dike û nîjadperestiyê kûr dike û wiha got: “Li ser Kurdan polîtîkaya asîmîlasyonê tê meşandin.”

Îzgor got: “Em ti carî biyanî vê zîhniyetê nebûn ku li ser ziman çand û kevneşopiyên me tune dihesibînin. Rêya herî mezin a hebûna vê zîhniyeta faşîst dijminatiya Kurd e.”

Îzgor diyar kir ku zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî gotin û kiryarên nîjadperest bidomînin.”

Parlementerê DEM Partî yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku ew ê li her derê bi Kurdî biaxivin û bersiv bidin êrîşan û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Bijî îradeya gelê Kurd” bi dawî bû.