Der barê rojnamevan Îrfan Ûçar de doz hat vekirin

Derbarê rojnamevan Îrfan Ûçar de ji ber xebatên pêşeyî doz hat vekirin.

DOZ LI ROJNAMEVAN VEKIRIN

Derbarê rojnamevan Îrfan Ûçar de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" bi daxwaza heta 15 salan cezayê girtîgehê lê were birîn îdîaname hat amadekirin. Ûçar di 6'ê Kanûna 2023’yan de li taxa Kerkût a navçeya Islahiye ya Dîlokê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û bi biryara kontrola edlî hatibû berdan. Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê der barê Ûçar de îdianame amade kir û bi îdiaya "endamê rêxistinê ye” ji 7,5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Îdianame ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê ve hat qebûlkirin.

Di îdianameyê de xebatên pîşeyî yên Ûçar wek sûc hatin dîtin û ji ber nûçeyên ku çêkiriye, bernameyên ku beşdar bûye û parvekirinên ku li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kiribûn hatin sûcdarkirin. Dîsa di malzemeyên dijîtal ên di sala 2011'an de li Stenbolê di serdegirtina mala rojnamevan û nivîskar Cengîz Kapmaz de hatibûn desteserkirin de navê Ûçar derbas dibû û weke delîlên sûc hat nîşandan. Roportajên ku Ûçar der barê rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) û belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê û Kovara Ozgur Halkê Adnan Işik ê 24 sal berê li Wanê hat qetilkirin de çêkiribû jî weke sûc hatin nîşandan.

Ûçar têkildarî îdianameya der barê wî de hatiye amadekirin, diyar kir ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê tê darizandin û wiha got: “Dadgehên Stenbolê bi salan agahî û belge peyda nekirin. Ji ber vê yekê biryara neşopandinê da û doz şand Dîlokê. Piştî ku dosya hat Dîlokê, di serdegirtina malê de hatim binçavkirin û der barê min de doz hat vekirin. Piştî 15 salan doz vekirin. Tiştên ku jê re dibêjin delîl in, ne sûc in. Lê mixabin li ser van delîlan doz hat vekirin. Ji hevdîtina bi çavkaniyên nûçeyan re bigirin heta hevdîtina rojnamevan a bi rojnamevan re kiriye tê xwestin ku weke sûc were nîşandan. Yanî rojnamevanekî telefonî hevalê xwe yê rojnamevan bike û agahiyê jê bigire sûc tê dîtin."

Yekemîn danişîna doza ku Ûçar tê darizandin wê di 9'ê Çileya 2025'an de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bê dîtin.