Dema ragirtina 29 kesên ku li Amedê hatin binçavkirin, hate dirêjkirin

Dema ragirtina 29 kesên ku di 24’ê Îlonê de li Amedê hatin binçavkirin, hate dirêjkirin ku di nav kesên hatine binçavkirin de mamosteyên Kurdî jî hene.

Di 24’ê Îlonê de polîsên Tirk li Amedê li dijî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER)  Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê operasyon pêk anîbûn û 30 kes jî hatibûn binçavkirin.

Di nava kesên ku bi hinceta lêpirsîneke sala 2022’yan hatine binçavkirin de mamosteyên dersa Kurdî didin jî hene.  

Ji bo dosyeya lêpirsînê biryara veşariyê hate dayîn û Cahît Guney ê xwediyê Payîz Pirtûkê roja Çarşemê piştî îfadeya dozgeriyê serbest hate berdan.

Hate zanîn ku derheqê 29 kesên din de jî biryara binçavkirina 24 saetan ya zêde hatiye dayîn. 

Kesên ku niha binçavkirî ne ev in:

‘’ Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakût, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rêzan Aktûlûm, Berîtan Gûrbet Orak, Bêrîvan Dûman, Ayhan Karatekîn, Belkîsa Suleymanoglû Bîtkîn,  Mehmet Salîh Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyûr, Fatma Îgîn, Mustafa Açmaz, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan,   Şehrîban Aylûçtarhan, Niştiman Gul, Cîhat Çagrici, Yaşar Aslan, Hasan Îkvan,  Mehmet Selîm Temel û Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz.’’