Saziya Sîxurtiyê: PARASTIN

Parastin dezgeha îstixbarata girêdayî PDK’ê ya Başûrê Kurdistanê ye. Ev sazî di destpêkê de ji bo armancên cuda hat damizerandin. Lê her ku çû ew bû amûra sîxurtiya dagirkeriyê û têkbirina têkoşîna gelê kurd.

PARASTIN weke dezgehekî karên hûndirîn, ji aliyê PDK’ê (Partî Demokratik Kurdistan) ve tê sazûman kirin. Desteya lêkolînê ya sereke ya girêdayî desthilatiya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê ye. Ew niha dezgeheke fermî ye ku piştî hevgirtin û yekkirina dezgehên îstixbaratê a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi navê Parastin  hatiye damezrandin. Parastin cara yekem di sala 1967’an de ji aliyê PDK’ê ve hat avakirin. Dema Parastin hate avakirin, Şoreşa Îlonê bû. Parastin wek "Servîsa Îstixbarata Kurdî" hatiye binavkirin. Karê bingehîn ê ajansê vekolîna tawanên girêdayî ewlekariya navxweyî û derve ya Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Di aliyê Aborî de dewleta Israilê fînanse dike vê dezgeh ê. Endamên destpekê yê dezgeha PARASTIN’ê ji aliyê endamên MOSSAD’ê yên welatiyên Başûrê Kurdistanê yên ku eslê xwe cihû ne hatin perwerde kirin. Di damezirandina dezgehê de, kesayetên weke  Mesûd Berzanî û  Şekîp Eqrawî cih girtine. Perwerdeya destpekê li Israil hatiye dîtin. Berpirsyarê giştî yê dezgeha PARASTIN’ê Manî Hana Mîran û navenda dezgehê herêma Başûrê Kurdistanê Hêwlerê ye. Peywendiyên wan gel dewletên wek Israil û Iranê jî hene.

ARMANCA PARASTIN Û HEVKARIYA LI GEL MÎT'Ê

Armanca damezirandinê ya destpêkê komkirina zanyariyên hundirîn bû. Di şerê desthilatiya Sedam Husên û PDK’ê de zanyariyên hundirin dihatin kom kirin. Welatparêzên wê demê yên ku di nav desthilatiya BAAS’ê de kar dikirin, derheqê tevgerandina artêşa Iraqê û dezgehên ewlehiyê yên girêdayî Seddam Husên de agahî dihatin komkirin. Ev zanyarî wê demê di bin şopandina Mele Mustefa Berzanî û rêveberê dezgehê yê wê demê Mesûd Berzanî de derbas dibûn. Ev zanyarî li hemberî qaseyek pere ji bo Israil û Îranê we dihatin firotin. Damezirandina dezgehê de, peywendiyên MÎT û PARASTIN’ê demê destpêkê de, merheleyek mezin de nebû. Dema avakirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê de dewleta Tirk ya dagirker raste rast peywendî ne didan avakirin. Ji ber digotin "Di hundirê sînorên me, bi navê Kurdistanê hebûnên cûda napejirînin." Peywendî asta welatên cîran de dihatin meşandin. Di sala 1960 û 1970’an de jî ti peywendiyên asta jor de nehatin pêş xistin. Di sala 1973’an de merheleya peywendiyên xwe li gel dezgeha istixbaratî ya dewleta Tirk ya dagirker MÎT’ê we pêş xistin. 1974’an di bin revebirina Îsa Siwar de di herêma Behdînan peywendî hatin pêşxistin. Di wan dîrokan de giringiyek mezin didan zanyariyên li ser rewşa bajarên Kerkûk û Mûsûlê dihate komkirin. Armanca dewleta Tirk ya dagirker ev bû ku, van peywendiyên ku pêşxistine bikin berjewendiyên pêşxistin û rêxistin kirina MÎT‘ê li Başûrê Kurdistanê. 

PROPAGANDAYA HEVKAR A MÎT Û PARASTINÊ YA LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ

Di salên 1990’î de peywendî bi şewazekî fermî di navbera rêveberiyên her 2 saziyên istixbaratî de hatin meşandin. Mesûd Berzanî di sala 1992’an de li Enqerê li gel Wezîrê MÎT’ê  yê wê demê Sonmez Koksal re hevdîtin pêk anî. PDK’ê a Bakur de jî bi nunerên MÎT‘ê bi şêwazekî çalak cih girtin. Kuştina Doktor Şivan (Seîd KirmiziToprak) tê payin ku bi destê MÎT û PARASTIN’ê hatiye kirin. Peywendiyên wana ji bona têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê jî gelek kiryarên hevpar hatine kirin. Bi taybetî bi rêxistina Gladio ya girêdayî NATO'yê ketiye jiyana me û di cîhana îstîxbaratê de rêbazek naskirî ye û gelek caran ji hêla hêzên serdest ve tê bikar anîn. Gelek caran di herêmên Behdînan mirovên welatparêz hatin qetilkirin û Tevgera Azadiyê hemberî wan kiryarên qirêj hatiye tometbarkirin. Di salên dawî de gelek endamên MÎT’ê bi hevkariya PARASTIN’ê xwe Başûrê Kurdistanê tevger dike.

HEVKARIYA SALÊN DAWÎ YÊN MÎT Û PARASTINÊ

 -Şerê taybet , operasyonên veşartî ne ku ji hêla dewlet an dezgehên îstîxbaratê yên girêdayî wan ve têne kirin da ku raya giştî an hêzek din (dewlet, rêxistin, kom, hwd.) provoke bikin an rêzê bidin nişandan û bi vî rengî xuya bikin ku kesên tê navdar armanc bên girtin. Di van çend mehên dawî de hêdî hêdî li hin bajarên Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Hewlêrê şewatên mezin bi destê MÎT û PARASTIN’ê hat derxistin. Her çend piştî bûyerê hat ragihandin ku ev şewat bi destê PKK hatiye pêxistin û medyayê girêdayê xwe de ev propanganda hat kirin. 

Fazil Mîranî amadekariyên plana ku di civîna MÎT û PARASTIN’ê ya li Dihokê li xwe mikur hat.

-Di çarçoveya amadekariyan de jî cilên gerîlayên HPG'ê 200 kincên gerîla hatin amadekirin. Li gorî plansaziya qirêj, îstixbaratên Tirk bi cil û bergên gerîlayan û hêzên taybet ên PDK’ê dê êrîşî nuqteyên asayîşa giştî û polîsan ên Duhokê bikin. Di êrîşê de wê êrîşeke provokatîf û qetlîamek bê kirin, kesên girîng ên ku derdorên muxalefeta PDK'ê yên Duhokê pêşengiyê dikin, serokên muxalefeta civakî û hin kesên girîng ên Tirkmenan bikin armanc û PKK'ê tometbar bikin. Dewleta Tirk a dagirker ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem ji bejahî û hem jî ji hewayî derbeyên li dijî Gerîlayên Azadiyê dixwe, di çarçoveya plana MÎT’ê de bi alîkariya îstîxbarata PDK’ê Parastin yekîneyên kontra li Başûrê Kurdistanê ava kir. 

- Di 1’ê Pûşber a 2024’an de li navenda MÎT’ê ya Antalyayê civîneke veşartî pêk hat û di civînê de berpirsê MÎT’ê yê bi navê Selîm û wergêrê bi navê Reşîd Hikmet Abid ku yek ji rayedarên PARASTIN’ê  û Îsa Keçîn jî amade bûn.

- Di civînê de rayedarên MÎT’ê ji Reşîd Hîkmet xwestin ku di çarçoveya plan û siyaseteke nû de gel di nava “Leşkerên Hemcek” a bi navê “Pêşmergeyên Sînorê Behdînan” de bi rêxistin bike. Ji bo kesên di lîsteya ku bi PDK'ê re hatiye amadekirin de plansazî hat kirin. Cîbicîkarê planê ji aliyê MÎT'ê ve bi navê Reşîd Hikmet ê ku yek ji rayedarên Parastinê ye hat diyarkirin.

- Pêşmergeyên bi navê leşkerên Hemcek ên li herêma Dihokê ku bi pêşmergeyên Sînorê Behdînanê tên naskirin, hat gotûbêjkirin. Hate hînbûn ku mûçe dê ji aliyê Komara Tirk a dagirker ve bê dayîn û mûçeyên wan ên mehane weke 300 dolar hatiye diyarkirin. Hat ragihandin ku dê ji her pêşmergeyekî re kalaşnîkovek, 4 jarjor û 4 bombe bên dayîn.

- Pêşmerge dê cil û bergên gelêrî yên kurdî (şal û şapik) li xwe bikin. Pêşmerge dê li baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li Bamernê ji aliyê Pêşmerge û fermandarên Artêşa Tirk ve werin perwerdekirin. Erka wan parastina nuqteyên artêşa Tirk ên li ser xeta Dihokê ye û di şerê artêşa Tirk a dagirker a li dijî Gerîlayên Azadiyê de li eniya pêş şer bike.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî