Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 43 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, parêzeran serlêdaneke nû ya hevdîtinê kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema komploya navneteweyî û vir ve dîlgirtî ye. Serlêdanên ji bo hevdîtinê ya bi rengekî kêfî têne redkirin yan bêbersiv têne hiştin, ya jî piştî bi mehan hincetên kêfî û nehiqûqî yên cezayên dîsîplînê têne pêşkêşkirin. Sedema cezayên dîsîplînê jî nayê zanîn.