Di çalakiyên li Rojhilat de gelek kes hatin destgîrkirin

Ji kesên ku êrîşên rejîma Îranê û darvekirina ciwanên Kurd protesto dikirin gelek kes hatine binçavkirin.

Polîtîkayên qirkirinê yên rejîma Îranê yên li ser gelê Kurd li gelek deveran hatin protestokirin. Roja Sêşemê li gelek bajarê Rojhilat çalakiyên baykotê hatin kirin, esnafan jî kepengên dikanan venekirin.Li bajarê Şîno, Sine û Merîwanê rejîmê êrîşî xwepêşanderan kirin û gelek kes destgîrkirin.

KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Li bajarê Sine Muxtar Zarhî, Muzefer Salih Biya û Xalîd Hisên,li bajarê Şino ya parêzgeha Urmiyê Xalid Gencî û Reşîd Nasirzade û her wiha li bajarê Merîwanê yê parêzgeha Sîne 8 kesên bi navê Soran Danişwer, Aram Fethî, Muslim Behramî, Mihemed Ezkat, Dilêr Rûşîn, Ehmed Tebîre, Newşîrwan Xûş Nezer û Aram Emanî hatin destgîrkirin.

Hêjayî gotinêye ku duh li bajarê Şino, Pîranşar, Serdeşt, Bokan, Muhabad, Merîwan, Kamiyaran, Sine û Kirmaşan çalekiya greva giştî destpêkirin. Li parêzgeha Sine û Kirmaşan giştî dikan ne hatibûn vekirin. Ev çalakî li dijî sûcên rejîma Îranê yê li hember gelê Kurd pêk hat.