Dewleta Tirk nahêle ku Êzidî li cihekî vehewin

2 hezar Êzidiyên ku piştî êrîşa DAÎŞ'ê li Kampa Fîdanlik a Amedê bi cih bûn, lê bi fermana qeyûm ji kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê re hatibûn şandin, niha jî li kampeke li Dîlokê tên bicihkirin.

Siberoja bi hezaran Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên 3'ê Tebaxa 2014'an ji Şengalê koçber bûn hîn ne diyar e. Êzidiyên li Kampa Fîdanlik a Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê hatibûn bicihkirin, bi îmkanên Şaredariyên DBP'yî û Komeleya Rojava debara xwe dikirin.

Piştî ku Şaredariya DBP'yî bi rêya qeyûm ji aliyê AKP'ê ve hate desteserkirin, kampa ku hezar û 200 Êzidî lê bûn hate valakirin. Tevî ku Êzidî li ber rabûn jî, bi zorê li kampa AFAD'ê ya li navçeya Mîdyat a Mêrdînê hatin bicihkirin. Niha jî tê gotin ku Kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê wê piştî cejna Qurbanê bê valakirin û Êzidiyên li wir jî bişînin Kampa AFAD'ê ya li Dîlokê.

LI KAMPAN MÎNA DI GIRTÎGEHÊ DE NE

Êzidiyên ku wê ji kampa li Dîlokê re bên şandin gotin, li kampê mîna di girtîgehê de bûn û di ser re wê niha bên sirgûnkirin. Casim E. ku piştî êrîşa li ser Şengalê tevî hevser û zarokên xwe 20 rojan tî û birçî bi rê ket û di korîdora mirovahiyê de derbasî Zaxoyê bû, piştre berê xwe da Tirkiyeyê. Casim E. got, "Dema ku em li Kampa Fîdanlik a Amedê hatin bicihkirin, me got metirsiya li ser jiyana me ji holê rabû. Piştî ku em li kampê bi cih bûn me got, wê psîkolojiya êrîş û komkujiyê ji ser zarokên me rabe. Ji ber ku em li kampê ewle bûn. Ji bo perwerde û tenduristiya zarokên me gelekî hewl didan."

'JIYANA ME EWLE NÎNE'

Casim E. qala zor û zehmetiyên li kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê kir û got, "Em ji Kampa Fîdanlikê anîn vê derê, anîn Mîdyatê. Ev der qet naşibe cihê ku em berê lê bûn. Lê kêm jî be, hinekî rast bûye. Vê carê wê me bibin cihekî din. Ev yek sirgûn e."

Casim E. tirs û fikarên xwe yên li ser cihê nû anî ziman û got, "Me bihîst ku li cihê ku wê me bibin penaberên ji Sûriyeyê hene. Li vê derê jî wextekê di nava me de dihiştin. Ji ber ku me gilî kir û di çapemeniyê de cih girt, ew birin cihekî cuda. Em bi fikar in ku wê rewş bêhtir nebaş bibe. Zivistan tê û em nizanin bê wê çi bê serê me. Jiyana dîlgirtinê ya li kampê têrê nekir, niha jî me sirgûn dikin. Eger derfetên min ên aboriyê hebûna ez ê ji kampê derketibûma, minê xaniyek li nava bajêr kirê bikira û em ê li wir biman."

'EM Ê TI CARÎ NEÇIN KAMPEKE DIN'

Bîrhan A. jî anî ziman ku li Kampa Fîdanlikê dilê wan rehet bû, ew bi zorê anîn Mîdyatê û niha jî sirgûnî kampa li Dîlokê dikin. Bîrhan A. got, "Bê navber me sirgûn dikin. Ev bû cara çendan? Ji xwe li vê kampê mîna êsîran li me dinerin. Vê jî têrê nekir, niha cihê me diguherînin. Ev yek sirgûn e.

Em nizanin bê cihê ku dixwazin me bibin wê jiyana me ewle be yan na. Em nizanin bê wê çi were serê me. Her yek ji me herî kêm 2-3 zarokên me hene. Ji bo zarokên me jî be em ê ti carî vê qebûl nekin. Eger bibe em ê ji xwişk û birayên xwe yên li Mîdyatê û bajarên din destekê werbigirin û li malên kirêkirî bimînin, lê em naçin kampeke din. Ya ku dewlet dike nêzîkatiyeke li derveyî mirovahiyê ye. Em ê li dijî vê helwestê li ber xwe bidin."