'Desthilat ji civaka hişyar û zane ditirse û li dijî wê ye'

Doktor Semed Ehmed bal kişand ser metirsiya hişmendiya desthilatê ya ji bo civakê û got: "Desthilata dîktator ji her tiştî zêdetir li dijî hişyarbûn û zanebûnê ye. Ji ber ku desthilat hişyarî û zanabûnê ji bo xwe metirsî dibîne.”

Li Kerkûkê koma Şar a rewşenbîrî li Navenda Diyalogê ya Kerkûkê semînerek bi navnîşana ‘Derûniya desthilat û civakê’ lidar xist. Di semînerê de Derûnas û pisporê siyasetê Doktor Semed Ehmed pêşkêşiyek kir. Doktor Ehmed di semînerê de bal kişand ser hişmendî û derûniya desthilatên dîktatoriyan ên li ser gelan û çawaniya pêşîgirtina li vê hişmendiya desthilat a dîktator.

Di semînerê de ji kesayetên rewşenbîr bigire heta çalakvanên siyasî û gelek kes amade bûn.

Derûnas û pisporê siyasetê Doktor Semed Ehmed diyar kir ku desthilat ji bo bimînin ser desthilatê xwînê dirêjînin û got: “A ji bo wê girîng desthilata wî ye. Çi dibe bila bibe divê li ser desthilatê bimînin û ji bo bimînin jî çekê bikar tîne. Desthilata dîktator desthilateke têkçûyî û ji gel ditirse. Mantiq li gel desthilatên dîktator nîne. Desthilat naxwaze gel şiyar û zane be. Ji ber nikare desthilata xwe li hember gelê hişyar û zane bidomîne. Ji bo wê ye ku desthilata dîktator ji her tiştî zêdetir li dijî hişyarbûn û zanebûnê ye. Ji ber ku desthilat hişyarî û zanêbûnê ji bo xwe metirsî dibîne.”