Demhat digot ‘Em amade ne’

Yek ji fermandarên HPG’ê Sedat Demhat beriya berxwedana 6 mehan diyar dikir ew li benda êrîşa dagirkeriyê ne û digot “Berxwedana par dijmin da sekinandin. Ji cihê ku hevalan hiştine, em ê bidomînin. Em amade ne heval.”

Yek ji fermandarên HPG'ê Sedat Demhat ê ku li Şikefta Birîndara bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re rû bi rû ma û berxwedana xwe ya 6 mehan bi şehadetê tacîdar kir, di dema amadekariya bersivdayîna êrîşa dagirkeriyê de bal kişand ser îdia, mezinahî û biryardariya xwe.

Sedat Demhat ê ku di sala 2015'an de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, li gundê Barman ê navçeya Stewrê (Savur) a Mêrdînê ji dayik bû. Di nav malbateke welatparêz de mezin bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûye û heta kêliya şehadetê, bûye şervanê têkoşîna xwe ya mafdar. Li gelek Herêmên Herêmên Parastinê yên Medyayê peywir wergirt. Herî dawîn li herêma Zagrosê bû. Li dijî êrîşên 17’ê Nîsana 2022’an de li herêma Şikefta Birîndara dest pê kir, zêdeyî 6 mehan di nava berxwedana destanî de cih girt. Di Cotmeha 2022’an de li Şikefta Birîndara di encama êrîşa kîmyewî ya artêşa Tirk de şehîd bû.

EV AXA ME YE

Yek ji fermandarê HPG’ê yê şehîd Sedat Demhat beriya êrîşa dagirkeriyê demek kurt wiha got: “Bi êrîşên hewayî yên van rojên dawî re dijmin li dijî gerîlayên PKK’ê rêbazên şerê taybet bi kar tîne. Ev hemû li ser esasê ku xwe kêfxweş bikin û şikandina konsantrasyona gerîla ye. Em weke gerîla her tim amade ne, helbet di dema şer de jî amadekariyên bi tevbîr û berfireh tên kirin û di vê pêvajoyê de jî em amadekariyên her awayî dikin. Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker wê di çarçoveya polîtîkaya qirkirina gelê Kurd a ku li gelek herêmên Kurdistanê xistiye pêş xwe, berê xwe bide herêma Zapê. Axa Kurdistanê ya me ye. Bifikire, kesek dikeve mala te û dixwaze mala te ji te bistîne. Mal mala me ye, ax axa me ye. Ji ber vê yekê ev ax axa me ye. Leşkerên Tirk dixwazin werin axa me dagir bikin. Ya me ew e ku em bi jiyana li van çiyayan re bibin yek. Em bi dar, kevir, ax, zindi, her tiştî re dibin yek. Em bi xweza û van çiyayan hevdu temam dikin. Dewleta Tirk li çiyayên me xwezayê dikuje, em xwezayê diparêzin.

WÊ YEKO YEKO HESAP BIDIN

Wê hesabê qetilkirina çiya û xwezaya me were pirsîn, ev komkujî nayên jibîrkirin! Her dar, her kevir û ax, her wiha ji zilma bi hezaran gelê me hatiye kirin, ji bo hemû şehîdên me wê hesab ji dagirkeran were pirsîn. Belkî ne îro, lê wextê her tiştî heye. Dema ew dem hat wê yeko yeko hesab bidin. Kî bin bila bibin, heta ku fermanê pêk bînin wê ji yê ku ferman daye hesab bipirsin. 6-7 sal in ez di nava PKK’ê de me, em her tim di şoreşê de xwedî helwesteke bi biryar in. Me ev yek di sala 2021’an de li Werxelê, Mam Reşo û Zendura dît û şopand. Bi rastî jî hêza mezin a PKK’ê ji nû ve derket holê. Ya rastî hêza ku di PKK’ê de hebû bi berxwedana hevrêyên me mezin bû û barê berxwedanê bilind bû. Astek hebû; hevaltî û şervaniya PKK’ê tu sînoran nas nake. Hevrêyên me bi berxwedan û têkoşîna xwe li dijî êrîşên hovane yên bi mehan dom kirin, berxwedan geş kirin. Niha zêdetirî 6 mehan berxwedan tê kirin.

EM DIJMIN BIÇÛK NABÎNIN

Armanca me ew e ku em bigihêjin vî barî, tola hevrêyên xwe hilînin. Hevrêyên me yên berxwedêr hem ji aliyê şêwaz û hem jî ji aliyê taktîk ve mîraseke mezin ji me re dihêlin. Helwestên wan ên bi israr û bi îrade, helwesta me jî zelal kir. Alîkariya me kir ku em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin û herêmên xwe biparêzin. Di şer de amadekarî û zelaliya me bi me re ye. Em dijminê xwe biçûk nabînin, helbet amadekariyên wan jî hene. Berê çi teknîkên wan hebûn, niha jî teknîk û metodên din bikar tînin. Lê tunelên me yên şer hene ku me bi kedeke mezin li dijî wan amade kirine, parastina van tunelan erka me ye.

EM WEKE DILOPEKE LI DERYAYÊ NE

Jiyana gerîla şer e, ev tenê avêtina gule an jî bombeyê nîne. Her ku mirov di nava gerîla de dijî hînê vê rastiyê dibe. Jiyana di nava PKK'ê de deryayek e, em dilopek di vê deryayê de ne. Her ku hûn di vê deryayê de pêşve diçin, ew qet naqede. Dawiya PKK’ê nîne. Bar her tim tê bilindkirin, ebedîbûn û bêdawîbûna PKK’ê ji vir tê. Ji hevrêtiya wî ber bi şerê wî ve, ji şerê wî heta jiyana wî pêşketinek e. Her sal, her meh û heta her hevrêyekî jî xaleke veguherînê ava kiriye. Em hewl didin ku bigihêjin vê qonaxê, em ji bo vê dixebitin. Bi çiqasî em tolê hilîn dibin hevrê, em ê tola hevrêyên xwe jî hilînin. Bi hezaran şehîdên me hene, dibe ku derfet çênebû em ligel hemûyan bijîn lê belê PKK’ê ji me re mîrateya hevrêtiyê hişt, em wiha hevdu nas dikin. Em wan bi ked, têkoşîn, rûyên bi ken, bi gotinên hevrêyan an jî bi wêneyekî nas dikin. Em çi bikin jî, em tenê dikarin hinekî qala wan bikin. Bi rizgariya Kurdistanê û azadiya gelê xwe re em dikarin behsa van hevrêyan bikin û mîrateya ku wan ji me re hiştine xwedî derkevin. Em di vî warî de her tim bi îdia ne, armancên me mezin in. Ne tenê li ser esasê şikandina dijmin li vir, ji bo ku em vê polîtîkaya heyî ya qirkirinê bi temamî têk bibin.

EM XWEDÎ LI JIYANÊ DERDIKEVIN

Ger bi hezaran gerîlla hene, ger bi hezaran gerîla hatine van çiyayan û mirov ewqasî bi Rêber Apo bawer bike, ev tê wê wateyê ku enerjî, hêz û hestek pir mezin heye. Nexwe her kes nikare bi van zehmetiyan li van çiyayan bijî û bimîne. Em bi vê enerjiyê rêya xwe berdewam dikin. Dibe ku ne weke ku ji derve tê dîtin û binavkirin be, ji ber ku PKK’ê bi gotinê bi dawî nabe. Gelek tişt hene ku em bibêjin, lê ya girîng ew e ku em li vê jiyanê xwedî derkevin û ev erka me ye.

ÎDÎA Û BIRYARDARIYA ME MEZIN E

Îdiaya me mezin e, biryardariya me mezin e, partiya me mezin e, gelê me jî mezin e. Eger erka ku dikeve ser milên me em temam bikin, yek ji gelê me jî li ber xwe bide, ev tê wê maneyê ku ji bo vî şerî ked daye. Hêviyên gelê me ji me hene, haya me jê heye. Em hewl didin van bendewariyan bi cih bînin, hewldana me di vî warî de ye, em ê bi cih bînin. Amadekariyên hestyarî û leşkerî û temamkirina hev, wê encamên xurt û cuda derbixe holê. Wê serkeftinê bîne. Berxwedana mezin a sala borî dijmin rawestand, planên dijmin têk bir. Em ê mîrateya berxwedanê ya ku hevrêyên me hiştine, bidomînin. Bi tecrubeya ku me îsal bi tîmên gerok, bi şêwazê xwe yê şer ku di tunelên şer de derketiye holê, bi şêwazek hevpar em ê serketinê bînin. Dijminê me her çiqas bi fizîkî û hejmarî ji me pirtir be jî, dilê wî ne bi qasî yê me ye. Me jî kêm-zêde li metropolan jiya, ew jiyana rojane esas digirin, lê me armanc kir ku mohra xwe li jiyanê bixin. Em ê hem Rêberê xwe û hem jî xwe azad bikin. Wek dem ji bo rexnedayînê jî em dereng mane, em di ferqa vê yekê de ne. Vê rexnedayînê em dikarin bi şikandina dijmin di operasyona îsal de bidin.

MORAL Û COŞA ME DI CIH DE YE

Em amade ne heval, moralê me, coşa me di cihê xwe de ye. Cihên ku ronî dibin, cihên tarî... Îdiaya me ew e ku aliyê tarî em veguherînin ronahiyê. Mîna ronahiya ku di hilatina rojê de dertê, mîna veguherandina ronahiyek ku destê dijmin nagihîje. Wê rojên reş ber bi ronahiyê ve derkevin. Di rastiyê de em ê derxînin, ne kesek din. Niha dema ez li ber vê pencereyê dinêrim jî, ne pêkan e ku mirov hêz negire, çiyayên bilind, herêmên me, ev bedewiyên mezin çavkaniya hêzê ne. Em ê bi ser bikevin, rêyeke din nîne! Îdiaya me, biryardariya me mezin e. Em ê ruhê têkoşînê yê ku hevrêyê me Şoreş Beytûşşebap ji me re hişt, ji yên ku me dişopînin re bihêlin. Em dixwazin vî ruhî bihêlin da ku dema ew hatin wê ruhê bijîn. Serkeftin ne di sê-pênc salan de ye, dijminê me hilweşiyaye û em ê lezê bidin vê hilweşînê. Em ê jiyana azad ava bikin.”