Delegasyona Navneteweyî serdana xwe ya li Amedê bi dawî kir

Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, di roja dawî ya serdanên xwe de li Amedê bi endam û nûnerên MEBYA-DER, DFG û baroyên Kurdistanê re civiya.

Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji 36 endamên ji 7 welatan pêk tê, li gor bernameya xwe ya îro bûn du kom û bi Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û baroyên Kurdisanê re civiya. Di serdanan de delegasyonê guh li nûnerên saziyan kir û saziyan jî hin agahî ragihandin endamên delegasyonê. Di civînê de Halîse Aksyo, dayîka Egît Îpek ku cenazeyê wî bi rêya kargoyê radestî wê hatibû kirin, jî cih girt.

‘ÊŞKENCE LI CENAZEYAN TÊ KIRIN‘

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag, behsa xebatên saziya xwe kir û wiha got: “Komeleya me bi fermî xebatên xwe dimeşîne. Di encama vî şerê niha berdewam dike de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. Li ser daxwaza malbatan ev sazî hat avakirin. Bi salan e şerek heye li Kurdistanê. Rastiyeke şerî ye mirin. Lê malbat jî dixwazin li gor baweriyên xwe cenazeyên xwe veşêrin û duayên xwe bikin. Gelek caran êriş li goristanan tê kirin, êşkence li cenazeyan tê kirin û cenaze bi kargoyan radestî malbatan tên kirin.”

ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Karadag di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyevî û got: “Hewce ye komîsyoneke xweser bê avakirin û bikaranîna çekên kîmyevî bê lêkolînkirin.”

‘BÊ ABDULLAH OCALAN AŞTÎ PÊK NAYÊ’

Karadag da zanîn ku ew bi awayekî fermî xebatên xwe dikin, lê dîsa jî rastî astengiyan tên. Karadag bi lêv kir ku gelek caran hêzên ewlehiyê nahêlin ew xebatên xwe bikin. Karadag behsa tecrîdê jî kir û wiha got: “Gava deriyê Îmraliyê tê vekirin û tecrîd tê rakirin aştî dibe rojev. Bêyî birêz Abdullah Ocalan aştî pêk nayê û şer nasekine. Hewce ye sazî û dezgehên xweser ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di nava hewldanan de bin.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN‘

Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almasê jî da zanîn ku di encama vî şerê 45 salan de gelek zirar û ziyan gihîştiye gelê Kurd. Almasê bibîr xist ku tunebûna çareseriyê dibe sedema vê bêencambûyînê û got: “Çi bikin bila bikin lê em dest ji tekoşîna xwe bernadin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

‘LI TIRKIYEYÊ KARÊ ROJNAMEGERIYÊ ZEHMET E’

Her wiha komek ji delegasyonê jî serdana DFG’ê kir. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û rêveber Heqî Boltan delegasyonê pêşwazî kirin. Di serdanê de Muftuoglû axivî û da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandora xwe li ser çapemeniyê jî dike. Muftuoglûyê bibîr xist ku rojnameger di cîhanê de herî zêde li Tirkiyeyê tên girtin û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê karê rojnamegeriyê gelekî zehmet e. Heke ev rojnameger kurd û Kurdistanî bin, zext pirtir dibin. Em ji ber nûçeyên ku çêdikin rastî lêpirsînan tên. Zêdetirî 30 salana Kurd di rojname, qenal û ajansên xwe de dixebitin. Heta niha nêzî 50 rojnameger hatine qetilkirin, avahiyên wan rastiyê êrişên bombeyî hatine, di binçavan de tên windakirin. Ev zext li gorî pêvajoyan jî diguhere û xwe nîşan dide. Ev zext bi AKP'ê re zêdetir bûne.”

ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ

Muftuoglûyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di nava salekê de li hember çapemeniya azad du serdegirtinên mezin çêbûn. Di encama van serdegirtinan de 26 rojnameger hatin girtin. Kar û barên pîşeyî wekî sûc tên hesibandin û rojnameger tên girtin. Li gorî raporên DFG’ê niha 88 rojnameger di girtîgehan de ne. Her wiha nûçegihanên li qadê jî rastî astengiyên hêzên ewlehiyê tên. Rojname û rûpelên înternetê gelek caran tên astengkirin. Ajansa Mezopotamyayê 35, JINNEWS jî 41 caran rastî astengiyê hatiye.”

Herî dawî delegasyonê bi serokên baroyên Kurdistsanê re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de Serokê Baroya Wanê Sînan Araz, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û Alikarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr amade bûn.

‘ABDULLAH OCALAN NE KESEKÎ JI RÊZÊ YE’

Destpêkê Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz axivî û dest nîşan kir ku Abdullah Ocalan kesekî ji rêzê nîn e, ew li Rojhilata Navîn aktorekî siyasî ye. Dîlsîz da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan di dîroka Tirkiyeyê de tu carî nehatiye kirin. Dîlsîz wiha domand: “Ev tecrîd tenê bi 3 salan ve girêdayî nîn e, her wiha heta niha gelek caran tecrîd lê hatiye ferzkirin. Aliyekî hiqûqî jî heye di vê tecrîdê de. Bi vê tecrîdê sûc tê kirin.”

REWŞA GIRTÎGEHAN

Alikarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr jî bal kişand ser binpêkirina mafan ên li Kurdistanê. Ozdemîr destnîşan kir ku di girtîgehan de, girtî ji gelek mafên xwe yên bingehîn tên mehrûmkirin û got: “Me bi raporan jî ev bêhiqûqîtî berbiçav kir. Tecrîd ev demeke dirêj e li Girava Îmraliyê tê pêkanîn. Me Baroya Amedê ji bo hevdîtinê bi birêz Abdullah Ocalan re bikin gelek caran serî li Wezareta Dadê daye, lê hê jî tu bersiv nehatiye dayîn."

Serokê Baroya Wanê Sînan Araz jî bi lêv kir ku tiştên li Îmraliyê tên kirin binpêkirina rêgeza wekheviyê ye.

Serdan bi bersivandina pirsan bi dawî bû.