Dayikên Aştiyê tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Înîsiyatîf Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkildarî agahînegirtin û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya xwe ya li Aksaraya Stenbolê daxuyanî da. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî piştgirî dan daxuyaniya dayikan. Di civînê de pankarta “Em ê aştiyek bi rûmet ava bikin” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Dayika Aştiyê Guler Bugday bal kişand ser şer û tecrîda li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên û wiha got: “Îro tecrîdek giran li ser rêberê gelê kurd heye. Em wek dayikên aştiyê du şert û mercan de naxwazin şer biqewime. Bila êdî dewlet guhê xwe veke û dengê qêrîna dayikan bibihîze. Niha bi hezaran kurdên aştîxwaz di zindanan de ne û tên tecrîdkirin. Ev tecrîd û şertên xerab her ku diçe berbelav dibe.”

Bûgday destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye û got: “Tecrîd şer e û rondikên çavê dayikan e.” Bûgday Bubo Taş û Mehemt Akar ên li dijî tecrîdê xwe şewitandin bi bîr xist û wiha got: “Em dibêjin êdî bes e. Bila êdî vî şerî bisekinîn û tecrîdê rakin.” Bûgday bang li dayikên leşkeran jî kir û xwest li dijî şer dengek xurt derbixin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.