Daxuyaniya KCK'ê ya li ser erdhejê: Bila her kes derfetên xwe seferber bike

KCK: Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike. Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Îro serê sibehê erdhejeke mezin rû da ku navenda wê Pazarcix a Mereşê bû û di serî de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bandor li gelek bajarên li derdorê kir. Em destpêkê ji gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin, bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane, bibe û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em êşa gelê xwe û ya her kesên erdhejê bandor li wan kirine, parve dikin. Li gorî agahiyan erdhejê bandor li gelek bajarên Rojava û Suriyeyê jî kiriye û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em heman hest û daxwazan ji bo xelkê xwe yê li Rojava û gelên Sûriyeyê jî parve dikin.

Sedema rûdana xisara ewqasî mezin a vê erdhejê dewlet e û desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku dewletê bi rê ve dibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê her cara ku erd diheje hin hewldanên xapînok nîşan dide û bi vî rengî hewl dide bide xuyakirin ku alîkariyê bi gel re dike. Ev hewldan hemû ji bo nixumandina sûcên xwe ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hemberî erdhejê ti tedbîrê nagire, çavkaniyên welêt hemûyan pêşkêşî alîgirên xwe dike û ji bo şerê li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Dema ku li hemberî erdhejê tedbîrên pêwîst bêne wergirtin, pêşî li xisara ji ber erdhejê dikare bê girtin, lê belê AKP a ku zêdeyî 20 sal in li desthilatdariyê ye heta niha ti tedbîr negirtiye û her erdhej bûye sedema xisar û windahiyeke mezin. Li cografya ku Tirkiye û Kurdistan lê ye xetên fay hene û ji ber ku rîska erdhejê li vê herêmê gelekî bilind e, avahî û sîstema binesaziya wê divê li gorî vê yekê bêne avakirin. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ku hikumeteke şer û nelirêtiyê ye, wergirtina tedbîrên li hemberî erdhejê li aliyekî, budçeya ji bo erdhejê tê veqetandin jî jê dixwe û li polîtîkayên şer bi kar tîne. Lewma sedema windahî û xisarê desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku ji wergirtina tedbîran berpirsyar e, lê belê ti tedbîran wernagire.

Ji ber erdhejê em vê bangê dikin; di serî de gelê Bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike. Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe. Li gel karên rizgarkirinê, ji ber şert û mercên zivistanê divê mal û derfetên xwe bi mirovên malên wan xera bûne re parve bike. Saziyên demokratîk jî divê bi gel re piştevan bin, xwe bigihînin mirovên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye û alîkariyê bi wan re bikin. Gelê Kurdistanê yê li derveyî welat jî ji ber erdhejê divê piştgiriya welêt bike. Ev erdheja ku bû sedema windahî û xisareke mezin, bi piştevaniya gel û saziyên demokratîk, bi parvekirina derfetan û piştevaniya bi hev re dikare bê bihurandin. Em careke din ji ber windahiyên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojava, Sûriye û deverên din, sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Em diyar dikin ku piştgiriya her kesî dikin ên ku erdhejê bandor li wan kiriye, êş û hestên wan parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku weke gel bi parvekirina derfetên xwe û bi piştevaniyê dikarin vê pêvajoya zehmet û bi êş derbas bikin."