Dadgeriya Tirk daxwaza girtina sê berxwedêrên grevê kir

Der barê endamên HDP'ê Salîh Cansever, Abdulhalîk Kûrt û Yûsûf Ateş de ku li Amedê ketin gerva birçîbûnê û 14'ê Adarê di serdegirtina sêyemîn de hatin destgîrkirin, daxwaza girtinê hate kirin.

Zext û zordariya rejîma AKP-MHP'ê ku bi destê polîs-dadgeriyê li çalakgerên greva birçîbûnê yên li Amedê dike, didome.

Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, tevî endamên partiyê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalîk Kûrt û Yûsûf Ateş li Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Lê belê polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya ku çalakî lê pêk dihat û 7 kes destgîr kiribûn. 4 ji wan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Abdûlhalîk Kûrt, Yûsûf Ateş û Salîh Cansever ên hatin destgîrkirin, piştî îfadeya wan li dozgeriyê hate girtin, 12'ê Adarê hatin berdan.

Her sê berxwedêran greva birçîbûnê li avahiya HDP'ê ya bajêr dewam kirin, lê belê 14'ê Adarê careke din hatin destgîrkirin.

Endamên HDP'ê birin edliyeyê. Bi hinceta ku tevlî greva birçîbûnê bûne bi "endametiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin û bi daxwaza girtinê ew birin dadgeha nobedar.