Di xwepêşandana ciwanan a li Tekyeyê de 9 kes hatin destgîrkirin

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî li bajarok Tekye ya Çemçemalê meşek lidar xist. Asayîşê êrîş bire ser meşê û 9 ciwan destgîr kirin.

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne, Dem dema Azadiyê ye, Werin Cenga Azadiyê’, li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li bajarokê Tekye ya Çemçemal saetê êvarî meşekê lidar xistin. Hêzên Asayîşê êrîş birin ser meşê û di encamê de 9 ciwan hatin destgîrkirin.

Ciwanên ku xwestin Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî şermezar bikin, lê asayîşa Silêmaniyê rê neda.

Heta niha nayê zanîn bê ka ev ciwan li kûderê ne. Ciwan daxwaza azadkirina hevalên xwe dikin.