Ciwanên Êzîdî li dijî komkujî û dagirkeriyê li Qendîlê ne

Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzîdî tevlî çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê bûn û gotin ew ê rê nedin komkujî û dagirkeriyê.

Endamên Yekîtiya  Ciwanên Êzîdî li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ev nêzî 2 mehan e li Qendîlê çalakiya mertalên zindî dikin. Ciwanan liv ir Êzîdiyên ku 2014’an li Koço ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibûn kuştin bi bîr anîn. Endamên Yekîtiyê piştre metna daxuyaniyê xwendin. Li ser navê Yekîtiyê Ronî Tolhildan got, ‘’Em hemû gelê me yê ku bi komkujiyê hatine kuştin bi bîr tînin.’’

BANG

Tolhildan bi  domdarî got: ‘’Bi komkujiya ser gelê me hate xwestin ku Êzîdî werin tinekirin. Li dijî vê komkujiyê gelê me rêxistiniya xwe kiriye û yekîneyên xwe yên xweparastinê ava kirine. Îro li çar parçeyên Kurdistanê li ser gelê Kurd gefa komkujiyan heye, li dijî vê hişmendiya komkuj em ciwanên Êzîdî hazir in ku canê xwe bikin mertal. Di van rojên dîrokî de ku divê em yek bin, banga me ew e ku yekîtiya netewî were avakirin û em rê nedin komkujiyên nû.

 ‘EM Ê NEHÊLIN’

Tolhildan derbarê hatina xwe ya li ser Qendîlê got, ‘’Îro em ji bo ku pêşî li komkujiyê bigirin li vir in. Em dizanin ku ev hişmendiya şer û komkuj dixwaze komkujiyên mîna Koço û Til Hezir bike. Em ê jî destûra vê nedin û li dij vê her car li ber xwe bidin. Ji bo vê em li vir in. Em ê nehêlin ku komkujiyên dî çêbibin.’’

Daxuyanî bi dirûşa ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.