Cenazeyên 3 şehîdên li Bestayê hatin radestkirin

Cenazeyên 3 gerîlayên YJA Starê yên li herêma Bestayê şehîd ketin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Li herêma Besta ya Şirnexê di 22'ê Çileyê de di şerê navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de, gerîla Gulnaz Ocal, Hamdiye Tekbîdak û Leyla Saîn şehîd bûn. Cenazeyên şehîdan rakirin morga nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê. Malbatên şehîdan cenazeyên zarokên xwe li morga nexweşxaneyê teşhîs kirin.

Cenazeyên Ocal û Tekbîdak birin Wanê, cenazeyê Saîn jî birin Sêrtê ji bo veşêrin.

Hate ragihandin ku cenazeyên 3 gerîlayên HPG û YJA Starê hîn li morga nexweşxaneyê ne.