Cenazeyê Gezen bi rengekî korsanî hate veşartin

Cenazeyê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tekîrdagê di encama çalakiyê de şehîd bû, ji malbatê û HDP'iyan hate revandin û bi rengekî korsanî li Amedê hate veşartin.

Zulkuf Gezen ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Tekîrdagê çalakî kir û şehîd bû.

Cenazeyê Gezen birin Balafirgeha Ataturk a Stenbolê û dihate payin ku bi balafira serê sibehê saet 09:50'î bianîna Amedê û li Goristana Yenîkoy a navçeya Baglarê bihata veşartin.

Lê belê polîsên Tirk cenazeyê Gezen ê li morga Balafirgeha Ataturk a Stenbolê bêyî agahiyê bidin malbatê anî Amedê. Hate ragihandin, polîsan saet 00:20'an li malbata Gezen a li Amedê geriyane û jê re gotine, "Em ê cenaze îşev veşêrin. Hûn dixwazin amade bin, naxwazin jî ne amade bin."

'CENAZE BI RENGEKÎ KORSANÎ HATE REVANDIN'

Parlamenterên HDP'ê yên bi rewşê hesiyan, ji bo cenaze werbigirin çûn Balafirgeha Amedê, lê belê polîsan pêşî li wan girtin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn diyar kir, balafirgeh hatiye dorpêçkirin û destûr nehatiye dayin ku ew bikevin hundir. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî got, "Cenaze bi rengekî korsanî hate revandin û anîn Amedê. Balafirgeh kirin mîna qereqolê û destûr nedan ku em bikevin hundir."

Parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Mûsa Farisogûllari, Remziye Tosûn, Nûran Îmîr, Feleknas Ûca, Salîha Aydenîz û Ayşe Acar Başaran ji bo wergirtina cenaze berê xwe dan Balafirgeha Amedê. Lê belê bi sedan polîs û wesayitên zirxî dor li balafirgehê hate girtin û destûr ji wekîlên HDP'î re nehate dayin. Polîsan bi mertalan dor li wekîlan girtin. Midûrê polîsan ji parlamenteran re got ku wê destûrê nedin wan û got, "Ez dewlet im, biryara dewletê heye. Hûn dikarin sersaxiyê ji malbatê re bixwazin, lê belê di dema veşartina cenaze de nikarin amade bin."

Polîsan piştre cenaze wergirtin û bi wesayitên ranger û yên sivîl birin Goristana Yenîkoyê. Polîsên Tirk bi wesayitên zirxî dor li goristanê girtin û nehiştin wekîl xwe bigihînin goristanê. Cenaze ji aliyê polîsan ve hate veşartin ku di dema veşartinê de hin ji ferdên malbatê jî amade bûn.