Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Jîndar ji bo veşartinê hate şandin

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Pinar Yildirim (Jîndar) ku li Dersimê di şer de şehîd bû, ji bo veşartinê ber bi gund ve hate şandin.

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Pinar Yildirim (Jîndar) ku 14'ê Tebaxê li bejahiya navenda Dersimê di şer de şehîd bû, piştî ku ji aliyê malbatê ve li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate teşxîskirin, hate rakirin. Jinan darbesta Yildirim hildan ser milan.

Ji bo Yildirim li Cemxaneya Dersimê merasîmek hate lidarxistin. Parlamentera Amedê ya HDP'yî Dersim Dag, rêveberên HDP'ê yên Dersimê, hunermend Ferhat Tûnç û gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn. Darbesta Yildirim ber bi gundê Paxê yê navenda Dersimê hate şandin.

Leşker û polîsên Tirk rêya gund girtine û nehiştin gelek kes tevlî merasîmê bibin.