Bûldan: Kagizman wê careke din bi ser bikeve

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got ku, “Di 31’ê Adarê de li Kagizmanê wê gel û bîr û bawerî û nasnameyên li vê derê bi ser bikevin. Ew ê gel careke din îradeya xwe deynin holê.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31'ê Adarê de piştî li Qersê bi gel re hat cem hev. Bûldan bi karwanek mezin derbasî navçeya Kagizmanê ya Qersê bû. Bûldan, li Kagizmanê bi coşek mezin û ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Bûldan û heyeta pêre piştî gel silav kir xîtabî gel kir. Bûldan bal kişand ser çalakiyên li dijî tecrîdê û wiha got: "Leyla Guven 129 roj in bedena xwe daye ber mirinê. Bi hezaran kes li hundir û derve bi heman daxwazê ketine grevê. Tenê daxwazek wan heye. Dibêjin bila tecrîd rabe. Dibêjin bila rêzdar Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bi rêk û pêk hevdîtinê bike. Nedîtina van daxwazan bê edaletî û bê hiqûqî ye. Nedîtna van daxwazan înkarkirina edalet, hiqûq û zagonan e. Girtiyek xwedî kijan maf û hiqûqê be, rêzdar Ocalan ji xwedî heman mafan e. Niha rewşa girtiyên di grevê de hatiye asta krîtik. Her kêlî derbas dibe rewş xerabtir dibe. "

‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAYETIYÊ YE’

Bûldan, destnişan kir ku bi tecrîdkirina Ocalan hemû welat tecrîd bûye û wiha berdewam kir: "Em ji Wezareta Dadê û hikûmetê dixwazin ku hiqûq û zagona xwe têxin meriyetê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê. Îro hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Ger ku hiqûq hatibe rawestandin, siyasetmedar, wekîl, hevşaredar hatibin girtin, ger ku mirov ji ber axaftin û fikrên xwe bên girtin wê demê welat di bin tecrîdê de ye. Hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê em carek din dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Welat ji bin tecrîdê derkeve. Em bawer dikin ku tecrîd wê rabe û gel azad bibe."

‘KAGIZMAN WÊ SERKEFTINEKE MEZIN BI DEST BIXE’

Bûldan baweriya xwe ya li hemberî gelê Kagizmanê ku HDP'ê bi ser bixin jî anî ziman û wiha bi dawî kir: "Em bawer dikin ku Kagizman wê bi dengekî zêde bi ser bikeve ji sedî 80-90'an deng bistîne û pêşeroja xwe diyar bike. Yên ku meclîsan tune dibîne, me înkar dike em dikarin li dijî wan serkeftinek mezin bi dest bixin. Ji ber vê yekê hilbijartina 31'ê Adarê girîng e. Em ji gelê Kagizmanê bawer dikin. Ji jin û ciwanên Kagizmanê bawer dikin. Em ê bi ser bikevin. Ev serkeftin wê bibe serkeftina we. Em ê li vir 5 navçeyan bistînin.”