Buldan: 31'ê Adarê em ê dersê bidin!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Qersê axivî û got, ''Em ê 31'ê Adarê dersê bidin AKP ya ku gel mehkûmî şerpirzetiyê dike''. Buldan got Erdogan civakan li hev dike dijminn.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan bi çarçoweya xebatên hilbijartinê li Qersê bû.

Buldan li Qersê axivî û got, ''Weke Qarsê, ku hemû nasnameyan di nav xwe de vedihewîne, HDP jî Qers e, Qers HDP ye. Em ê 31'ê Adarê ku gelê Qersê mehkûmî şepirzetiyê dike dersekê bidin AKP'ê. Wezîrên AKP'ê ji bo ku tim li hewayê digerin, konçal û sergoyên li Qersê nabînin.''

Buldan got Şaredarê Qersê yê MHP'ê 400 trîlyon deyn kriye sukra şaredariyê, trîlyonek û nîv li êmê ajalan û trîlonek û nîv li çîkolata û qehwê çûne û domand, di rewşeke wiha de ku  gelê me di nav konçalan û sergoyan de dijî Şaredar li meqamaê xwe bi çîkolata û qehwê kêfa xwe kiriye.

'DESTÊ JINÊ WÊ WERE SER QERSÊ'

Buldan got cara peşî wê destê jinê were ser Qersê û got jin dikarin bi rehetî problemên xwe bi Şevîn Alaca (namzeta hevşaredariyê ya HDP'ê ya Qersê) re par ve bikin.

'TENÊ TAYYÎP TV ME NÎŞAN DIDE'

Buldan bi domdarî got Tayyîp li her devera ku diçiyê bi sînevizyonê wan nîşan da, axaftinên Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sezaî Temellî, ê wê nîşanî gel dide û got, ''Ji vî alî ve baş e; ti TV me nadin, Tayyîp TV me nîşan dide, li her devera Tirkiyê! Heke guhdar bike bê ka em li wir çi dibêjin, dibe ku siberojê ew jî bibe HDP'yî.''

Buldan her wiha got Tayyîp gelena lih ev sor dike, dijminatiyê li gelê Kurd dike û got Tayyîp ji bîr kiriye ku wî bi xwe jî navê Kurdistanê gotiye.