Botan a berxwedêr cejna xwe ya vejînê pîroz dike

Li gelek bajarên herêma Botanê, piştî talan û wêraniya ku rejîma Tirk berî sê salan kir, yekemcar bi rengekî girseyî Newroz hate pîrozkirin.

Li navenda Şirnexê, navçeyên Silopiya û Qilabanê bi hezaran kes daketin qadan û Newroz pîroz kirin.

Li navenda Şirnexê, piştî qedexeya derketina derve, komkujî û wêrankirina berî 3 salan yekemcar Newroz bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.

Bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyê berê xwe dan qada Newrozê. Li gelek taxên navçeyê li ber dahol û zirneyê govend hate gerandin. Herî zêde jin û ciwan tevlî pîrozbahiyê bûn. Malbatên mirovên ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan li qadê civiyan. Tevî parlamenterên HDP'ê Ebrû Gunay û Hasan Ozguneş, namzetên HDP'ê yên Hevşaredariyê jî wê derkevin pêşberî gel û peyamên xwe bidin.

Li navçeya Silopiyayê ku yek ji deverên ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate wêrankirin, piştî sê salan bi hezaran kes herikîn qada Newrozê. Piştî ku deriyên qada Newrozê hatin vekirin bi hezaran kes tevî alên HDP'ê ketin qadê. Şêniyên Silopiyayê bi şal û şekik, bi kiras û fîstanên xwe qada Newrozê xemilandin. Malbatên mirovên di dema sûcên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan û xizmên Dayika Taybet a ku cenazeyê wê bi rojan li naverastê hate hiştin, tevlî Newrozê bûn.

Cihekî din ê pîrozbahiyê jî Qilaban bû. Bi sedan kesên ku kincên gelêrî li xwe kirin, tevî alên HDP'ê li qada Newrozê govendê digerînin. Di pîrozbahiya Qilabanê de jin li pêş in.