Bi hezaran esnaf li ber îflasê ne

Li Tirkiyeyê krîza herî mezin a aborî ya van demên dawî heye. Bi krîza aborî ya Tirkiyê re li Wanê bi hezaran esnaf li ber îflasê ne.

Li Wanê piştî erdheja mezin a 2011’an bi hezaran esnaf neçar mabûn ku dirabeyên dikanên xwe bigirin. Bi krîza aborî ya Tirkiyê re li Wanê gelek esnaf hatine ber îflasê. Li Tirkiyê yek ji krîza herî mezin a aborî ya van serdemên dawî heye. Bi krîza aborî re li Tirkiyê gelek kargeh hatin girtin, bi sed hezaran mirov bê kar man. Li Tirkiyê ku îxracat hatiye ber nemanê, îthalat jî pir zêde bûye.

ROJÊN GIRANTIR LI BER TIRKIYÊ NE

Piştî krîza bi DYA’yê re qîmetê lîreyê Tirk van 2 heftiyên dawî li ber dolar û euro pir ket, ji ber sedema ku piraniya îthalatê li ser dolar û euroyan e, bihayê tiştan zêde bû û bi biçûkbûna aboriya Tirk re rêjeya hejariyê zêde bû, bû 20 ji 100’î.

SEDEMA HERÎ MEZIN A KRÎZÊ ŞER E

Tê gotin yek ji sedema mezin a krîza aborî şerê dewleta Tirk a li dijî Kurdan e, ku li Bakur, Başûr, Rojava dike. Di encama vê krîzê de beşekî mezin ê esnafê biçûk dirabayên xwe anîne xwarê, her wiha îdîa ew e ku şîrketên sermiyana wan zêde jî van rojên pêş wê werin girtin. Yek ji van bajarê ku krîzê lêxistî jî Wan e. Li Wanê ku hilberandina wê tine, rêjeya bêkariyê bûye 50 ji 100’î. Bi erdheja mezin a 2011’an re nêzî 5 hezar kargeh hatin girtin. Gelê Wanê ku bi erdhejê re derbeke giranxwarî, bi krîza aborî re ber bi rojên girantir ve diçe.

‘ME KIRÎZEKE WIHA NEDÎTIBÛ’

Ji Cejna Heciyan re çend roj man lê esnafên Wanê hema hema kar nakin û kuçe vala ne. Bi zêdebûna bihayê dolaran re, krîza aborî li esnafê Wanê jî xist. Esnaf Huseyîn Akdag got rewşa wan qet ne baş e, bi salan e ku esnafiyê dike lê heta niha wan krîzeke wiha nedîtibûn. Akdag wihagot: ‘’Pere bi xelkê re tine. Ji cejnê re çend roj man lê em nikarin kar bikin. Qoş li dolarê qetiyaye. Wek ku ev krîza aborî li Tirkiyê bi kêrî hinan tê û krîzê girantir dikin. Rewşa aborî pir kambax e.  Dikarim wiha bibêjim, gelek esnaf wê mecbûr bimînin ku dirabeyên xwe bînin xwarê.’’

 ‘REWŞ NE BAŞ E’

Esnaf Mahmût Aslan jî got ji ber krîzê rewşa esnafan ne baş e û domand, ‘’Jixwe di şertên ne baş de de me kar dikir, niha bi vê krîzê re êdî em qet nema dikarin kar bikin. Hemû tiştên ku ez distînim bi dolaran têne welêt. Ji ber vêjî, em neçar dimînin ku berhemên xwe bi du qatan bihayê wê bifiroşin. Bi bihayê zêde êdî nema dikarim tiştekî bikirim, ez nikarim kirêya xwe û heqdestê karkerên xwe bidim. Heke krîz wiha biçe, li Wanê, piştî erdhejê em ê derba herî giran bixwin. Wê demê bi hezaran esnaf deriyê dikanên xwe girtibûn. Niha jî rewş ev e. Rewş qet ne baş e.’’