'Bi hêza ji we digirin, em ê ber bi serketinê ve bimeşin'

Gerîlaya HPG'ê Têkoşîn Givara Belatî, ji bo birayê xwe Givara Belatî yê sala 2017'an li Xakurkê şehîd bû got, "Em ê timî we bi bîr bînin û bi hêza ji we digirin em ê ber bi serketinê bimeşin."

Gerîlaya HPG'ê Têkoşîn Givara Belatî, ji bo bira û hevrêyê xwe Givara Belatî ku 16'ê Adara 2017'an li Xakurkê ji ber bomberdûmana hewayî şehîd bû nivîsek nivîsî. Gerîla Têkoşîn Givara Belatî diyar kir, bi navê Givara Belatî wê ev nivîs ji bo şehîdan hemûyan nivîsî ye û wiha got:

"Hevrêyê min ê dilbedew Givara; min niha gelekî dixwest ku miroveke pênûsê baş bi kar tîne, bûma. Ji ber ku ez ê niha ji te re binivîsînim. Gotinên min, hevokên min divê tijî bin, divê karibin te vebêjin. Di demekê de ku bi fikir û hestên bêhempa yên payîzê dagirtî ye û wê ti carî qet ji bîra min neçe min te nas kir.

Sembola hezkirin, dilpakî û dilsoziyê hevrê Givara. Bi navê vê hevrêtî û dilsoziya bêdawî min gelekî dixwest bihara ku gelekî jê hez dikim diyarî te bikim. Çawa ku te xwe bi bedewiyan dineqişand, di dilê hevrêyên xwe de jî te xwe dineqişand. Ji ber ku di nava her bedewiyê de tu hebû. Her kêlî û dema min bi te re derbas kir di dilê min de her heye. Di vê rêyê de ku di nava partiyê de em ji bo heman têkoşînê meşiyan, bi hesreta te me heval. Em ê timî we bi bîr bînin û bi hêza ji we digirin em ê ber bi serketinê bimeşin. Em ê ala xwe li çiyayên Kurdistanê li ba bidin."