Beştaş: Daxwaza berxwedêran daxwaza gel e

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, dewlet dixwaze bi rêya tecrîdê serî li gelê Kurd bitewîne û got, "Li her derê rojeva sereke tecrîd e. Daxwaza berxwedêran daxwaza gel e."

Berxwedana grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, didome. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş berxwedana grevên birçîbûnê nirxand û diyar kir, hikumet bi rêya êrîşan dixwaze berxwedana grevên birçîbûnê asteng bike.

Beştaş da zanîn ku çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 130'emîn de ye û got, "Dewlet li bendê bû, dema Leyla Guven serbest were berdan wê dawî li çalakiya xwe bîne. Leyla Guven her tim û bi awayekî vekirî eşkere kir û got, 'ez ji bo xwe tiştekê naxwazim û ji niha û vir ve jî tiştek naxwazim. Tenê daxwaza min û armanca min şikandina tecrîda giran a li ser rêzdar Ocalan e'. Desthilat planên mijûlkirinê xistin dewrê. Destpêkê birayê Rêzdar Ocalan, Mehmet Ocalan şandin greva Îmraliyê û piştî hevdîtinek kin demildest ji girtîgehê Leyla Guven serbest berdan. AKP bi vê yekê xwest dawî li çalakiyên greva birçîbûnê bê û ser daxwazên çalakgeran were girtin. Desthilat di vî warî de bi ser neket. Desthilat ji çalakgeran ditirse û bi vê boneyê ji bo 5 çalakvanan bi hezaran polîs û hêzên taybet li ser avahiya me ya Amedê de girtin. Dewlet dixwaze bi dorpêç û destgîrkirinê li gel çong bidin danîn. Lê belê berovajî vê yekê gel xwedî li îradeya xwe derdikeve û dora partiya xwe dibin yek."

'EM BIFIKAR IN'

Beştaş bilêv kir ku li dewsa êrîşên li ser gel divê demildest hikumet bersiv bide daxwaza çalakvanan û wiha pêde çû: "Grevên birçîbûnê çalakiyek herî rewa ye. Li dewsa Wezîrê Karên Hundur Suleyman Soylu gefan li gel bixwe bila peywira xwe bi cîh bîne. Li dewsa êrîşan divê bersiv ji bo daxwaza çalakgeran bê dayîn û demildest tecrîda giran li ser Rêzdar Ocalan rabe. Ji dewletê ji derveyî hiqûqê tiştek nayê xwestin. Berovajî vê yekê ji bêhiqûqiyê vedixwînin hiqûqê. Çalakger daxwaza guherîna Qanûna Bingehîn nakin. Tenê daxwaz, dawî anîna tecrîdê ye. Dewlet ji tecrîd û çalakvanên di çalakiyê de ne berpirsyare. Em bi fikar in, her kêlî dibe ku agahiyek xemgîn ji girtîgehan bê. Teqez berpirsyarê vê yekê jî hikumete. Dewlet neçare jiyana welatiyên xwe biparêze û ji bo vê yekê çi pêwîst bike divê demildest were pêkanîn."

'ROJEVA HER KESÎ TECRÎD E'

Beştaş destnîşan kir ku rojeva sereke ya her kesî tecrîd û grevên birçîbûnê ye û ev tişt got: "Demek dirêje xebatên hilbijartinê destpêkirine û li her derê em di nava gelê xwe de digerin û guh didin daxwazên wan. Li her tax, kuçe û malan rojeva sereke tecrîd û çalakiyê grevên birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger in. Weke kes min bi xwe jî şahîdiya vê yekê kir, gel gelekî diêşe. Kes nikare li mala xwe jî avê vexwe û nan bixwe. Bala her kesî li ser girtîgehan û berxwedêrên di çalakiyan de ne. Gelek welatî û dayikên me dibêjin dema ku ez avê vedixwim û nan dixwim yan jî radikevim weke ez li hemberî xwe sûç dikim. Gelê me di ferqa vê yekê de ye û li hemberî vê jî bi dilnizime."

'WÊ DÎROK NÎŞAN BIDE, KÎ BIÇE Û KÎ BIMÎNE'

Beştaş bal kişand ser zext û êrîşên li ser HDP'ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berî çend rojan me buroya xwe hilbijartinê vekir. Bi saetan li ser serê me drone digeriya û polîsan dora buroyê dorpêç kirin. Dewlet bi êrîşan û dorpêçan dixwaze li gel çongan bide çikandin û çavê gel bitirsîne. Bila dewlet xwe aciz neke, mixabin ne em ditirsin ne jî gelê me. Em ê bi çend êrîş, binçavkirin û girtinan paş de gav ne avêjin. Dawî kirina tecrîdê daxwaza mîlyonan mirovan e. Ev daxwaz ne tenê daxwaza hilbijêrên HDP'ê ne. Ez bawer dikim ku ev daxwaza civaka Tirkiyeyê bi xwe ye jî. Tu dayikên Tirk an jî dayikên leşker û polîsan naxwaze li welat şer hebe û şer kûr bibe. Ji Edîrneyê heta Tekîrdagê ji Tekîrdagê heta Colemêrgê tu dayik naxwaze agahiya xemgîn a zarokên xwe bibihîse. Di serdema pêvajoya çareseriyê de ji sedî 70'î welatiyan piştevaniya serdemê dikir. Lê belê ji bo pêvajoyê di aliyê xwe de veguherîne zêdetirî 3 sal in propagandayê dike. Ev propagandaya qirêj nayê qebûlkirin. Herî dawî ferman daye ku cihê me li vî welatî tune ye û divê em axa xwe biterikînin. Her ku diçe Erdogan xwe di çavê civakê de dixe û xwe biçûk dike. Weke dayikek digot, serokomar divê vê yekê neke û karî wî ne belavkirina çayê ye. Ez jî vê yekê ji Erdogan re dibêjim, tu kê ji ku derê derdixî? Wê dîrok nîşan bide wê kî biçe û kî bimîne. Em li vir in û em ê li vir jî bimînin."