Berxwedêrê greva biçîbûnê Yusuf Ateş hat girtin

Yusuf Ateş ê endamê HDP’ê ku li Amedê di greva birçîbûnê de hatî destgîrkirin, piştî derxistin pêşberî dadgehê, hate girtin.

 

Di dema çalakiya parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç û endamên HDP’ê Sevican Yaşar, Salih Cansever, İsmet Yildiz, Salih Tekin, Bilal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş dayî destpêkirin de polîsan avêtibû ser avahiya HDP’ê û 7 kes destgîr kiribûn. Ji 7 kesên dexisîtî pêşberê dadgehê 4 kes hatin destgîrkirin.

Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş ve Salih Cansever, 8’ê Adarê piştî ku hatî destgîrkirin û derxistî pêşberî dozgeriyê 12’ê Adarê hatibûn berdan.

Sê kesên ku li avahiya HDP’ê ya Amedê berxwedana greva birçîbûnê didomandin, 14’ê Adarê bi serdegirtina 3’emîn dubare hatin destgîrkirin.

Roja yekşmê her sê kesên derxistî pêşberî dozgeriya Amedê û bi angaşata “Endamê Rêxistinmê” ne, bi daxwaza girtina wan sewkî dadgeriyê hatin kirin. Berxwedêrên greva birçîbûnê yên derxistî pêşberî dadgeha nobetdar û ji berxwedêra Yusuf Ateş hate girtin, Cansever û kurt Kurt bi cezayê ‘hepsa malê’ hatin berdan.