Berxwedana Nasir Yagiz di roja 116’an de ye

Çalakiya greva biçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin di roja 116’an de ye.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Nasir Yagiz a li dijî tecrîda li ser Ocalan di roja 116’an de dewam dike. Yagiz anî ziman ku rewşa wî ya tenduristî giran dibe, êşa serî û pirsgirêka çav pir zorê dide wî.

Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê di roja 116’an de ye. Her wiha çalakiya hemwext a bêdawî û bidorveger jî bi koma 58’an dewam dike.

‘BELAVBÛNA ÇALAKIYÊ HÊZ DIDE ME’

Yagiz li ser rewşa xwe û çalakiya agahî da ANF’ê. Yagiz anî ziman ku çalakiya wî her diçe xurtir dibe, hêviya serketinê dide. Yagiz destnîşan ku ku xurtbûn û belavûna çalakiyê hê zêdetir hêzê dide wî û hemû hevrêyên li ser vê rêyê dimeşin.

‘SERÊŞÎ Û PIRSGIRÊKA ÇAV ZORÊ LI MIN DIKE’

Yagiz bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û got: “Her diçe pirsgirêkn tenduristiyê li min hê girantir dibe. Pirsgirêkên mîna xewê, serêşî û pirsgirêkên çav pir zorê li min dike.” Yagiz bibîr xist ku tevî vê giraniya tenduristiyê jî moral û coşa wî kêm nabe heta berxwedan hê zêdetir morl dide wî.”

Herî dawî Yagiz da xuyakirin ku serketin wê bi teqez be.

MEXMÛR

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku 16’ê Kanûna 2018’an destpêkirî jî di roja 91’an de ye. Çalakî bi koma 31’ê hate dewir girtin.

Di merasîma dewirgirtinê de Mamoste Hesin Denîr axivî û şehîdên Helebce bibîr anî û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo şikandina tecrîd û azadiyê. Demîr anî ziman ku wê heta serketinê têkoşînê bidomînin.

Heman demê çalakiya endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûr Fedîle Tok jî a di 20’ê Çileyê de destpêkirî jî di roja 56’an de bi biryardarî dewam dike.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 92'yan de ji aliyê koma 47'emîn a ji jinan pek dihat ve hate dewirgirtin. Kom ji 4 jinên ciwan ên ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pêk dihat.

GREV LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BELAV DIBIN

Herwiha Fatma Ehmed a ji gundê Tatan a navçeya Pênciwên ku nêzî hefteyekê dest bi çalakiyê kiriye, li gel jinên ciwan çalakiya xwe berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Herêm Mehmud di roja 20’an de dewam dike. Herwiha çalakiya Şeyma Ednan a ji bo mehekê dest bi grevê kiribû jî di roja 13’an de ye.

Endama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Ronak Mecîd jî piştevaniya bi grevan re 14’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê ya hefeteyekê kiribû. Çalakiya Ronak Mecîd di roja 3’an de ye.