Berxwedana Şenyaşaran dewam dike: Kujer li mala xwe ne!

Emîne Şenyaşar ku ji bo edaletê li ber xwe dide, got "Kurê min girtî ye, lê kujer li mala xwe ne."

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 695’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar wek her rojê ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û tevî hemû hewa sar jî çalakiya xwe domandin.

Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku çalakiya wan a ji bo pêk hatina edaletê nêzî 2 sal in berdewam dike û wiha got: “Tevî ku sermaye jî em nikarin li mala xwe rûnin û ji neçarî em tên li vir rûdinin. 5 sal in lawê min di qawîşek yek kesî de tê girtin. Bila lawê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Hemû kes bi vê zilmê dizane. Erdogan dê çawa were Rihayê. Wîjdanê wan tune ye. Zarokên min kuştin, malbata min parçe kirin. Bi zilmeke mezin zarokên min kuştin. Bila me jî bifikirin. Di nexweşxaneyan de mirov nayên kuştin. Edî bes e bila ev zilm biqede û lawê min berdin.”