Bazên Metropolan li Amedê notirvanan xistin

Bazên Metropolan li Amedê li dijî notirvanan çalakî lidarxistin.

Daxuyaniya Bazên Metropolan wiha ye:

“Me li dijî notirvanên li kolana şaxa leşkeriyê ya li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê çalakî pêk anîn. Notirvaneke ku bû hedefa çekê me, bi birîndarî reviya. Notirvanan li keliya ku xwe bi ewle hîs dikirin, ji aliyê yekîneyên me ve bi awayekî bandor hatin xistin. Piştî çalakiyê di navbera yekîneyên me û hêzên dagirker de şereke kurt derket. Di dema şer de notirvanek li erdê ket. Yekîneyên me piştî bûyerê bi silametî vekişiyan. 

Em li vir ji hikûmeta Tirk re dibêjin; êdî tu kolan û taxên Kurdistanê ji bo we ne ewle ye. Hûn ê li her kolanê hesabê zilma ku we li Kurdistanê pêk anî, bidin. 

Notirvanên paramîlter ên faşîst ên AKP-MHP’ê li kolanan li hemerî gel terorê dikin. Karker, kedkar, jin û gelên bindest ku li hemberî wan xwe bêparastin hîs dikin, Bazên Metropolan hêza we ye. Em bag hemû ciwanên şoreşger dikin ku tevlî hêzên me yên yekbûyî, gerîla û milîsan bibin. Em kolanan ji bo notirvan û polîsan teng bikin. Hêrsa xwe ne bi daxuyaniyên çapemeniyê bi çalakiyên hesappirsinê nîşan bidin. Ji bo bi dest xistina azadiyê her tim pêşve biçin...”