Balafirên şer ên Tirk çiyayên Xozatê bombe kirin
Çiyayê Sincik ê Xozatê ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.
Çiyayê Sincik ê Xozatê ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.
Hate gotin balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker vê sibehê Çiyayê Sincik ê Xozata Dersimê bombe kirin. Hin deverên çiyê pêşî ji hêla balafirên şer ên F-16’an ve hatin bombekirin.
Her wiha hate gotin piştre SÎHA û helîkoptêrên bi navê kobra herêm bome kirine, bombekirin nêzî 2 saetan dom kiriye û amûrên hewayî yên bêmirov li herêmê digerin.
Tê gotin li herêmê car caran dengê çekan tê.