Aydogdû: Krîz bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ji holê radibe

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Hîlmî Aydogdû diyar kir ku sedema bingehîn a krîza aborî ya li Tirkiyeyê polîtîkayên şer e û got, divê hikumet siyaseteke demokratîk a li ser bingeha çareseriya pirgirêka Kurd bimeşîne.

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hîlmî Aydogdû krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Aydogdû destnîşan kir ku sedema bingehîn a krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ye û got, "Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya demokratîk pêvajoyek hebû. Ji sala 2015'an û pê ve hikumeta AKP'ê ev pêvajo qedand. Dest bi polîtîkayeke nû ya şer kir. Tevî vê yekê gelek pere ji bo karên leşkerî xerc kir. Rewşa siyasî jî ber bi aliyekî cuda ve çû. Rejîmeke nû hate avakirin. Tirkiye gav bi gav ji demokrasiyê dûr ket û bi vî rengî ji welatên din jî dûr ket."

Aydogdû bal kişand ser guhertina sîstema hiqûqê bi destê desthilatdariyê û destnîşan kir ku vê yekê tirs û fikar xiste nava sermayeyê. Aydogdû got, tevlîheviya sîstemê kir ku krîza aboriyê rû bide.

'24'Ê HEZÎRANÊ NÎŞANEYA KRÎZÊ BÛ'

Hîlmî Aydogdû diyar kir ku pêşwextkirina hilbijartinên 24'ê Hezîranê nîşaneya rûdana krîza aboriyê bû û anî ziman, desthilatdariyê texmîn kir ku wê krîza aboriyê rû bide, lewma hilbijartin bi rengekî pêşwext pêk anî. Aydogdû işaret bi bêdengiya rêveberiya welêt a li pêşberî krîza aboriyê kir û got, desthilatdariyê timî ji ya heyî xwar. Aydogdû ragihand, jiyana luks a desthilatdariyê kir ku krîza civakî, siyasî û aborî zûtir rû bide.

'ENCAMÊN KRÎZÊ WÊ GIRAN BIN'

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Aydogdû da xuyakirin ku krîza aborî wê encamên giran bi xwe re bîne û fatûreya wê jî wê li mirovên kedkar û xizan bê birîn. Di dewama axaftina xwe de Aydogdû ragihand, krîza aboriyê wê welêt bixe nava rewşeke asêmayî û got, "Bi vê krîzê re gelê ku ji xwe xizan e wê xizantir bibe. Di nava gel de wê birînên giran der bike. Ger Tirkiye projeyên ku pêşî li vê krîzê bigire neafirîne, krîza aboriyê wê li qadên siyasî û civakî belav û kûrtir bibe."

'ŞER TIMÎ RÊ LI BER KRÎZÊN ABORIYÊ VEDIKE'

Aydogdû destnîşan kir ku sedema herî mezin a krîzê pirsgirêka demokrasiyê ye û ev tespît kir: "Ji bo krîza aboriyê bê qedandin, beriya her tiştî divê pêvajoyeke demokratîk a li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd bê destpêkirin. Eger hikumeta AKP'ê karibe vê bike, wê bi cîhanê û xwe re li hev bike. Sîstema rejîma yek zilamî 50 ji sedî yê civakê li derveyî xwe dibîne. Gava destpêkê ku hikumeta AKP'ê divê biavêje ew e; 50 ji sedî yê din bigire nava xwe û bi awayekî vekirî dest bi pêngaveke demokratîk û aştiyê bike. Şer timî rê li ber krîzên aboriyê vedike. Şerê ku îro li Tirkiyeyê li dijî Kurdan tê kirin, sedema bingehîn a krîza heyî ye. Ji ber ku Tirkiyeyê hemû hêz, potansiyel û budçeya xwe ji bo vî şerî xerc kiriye. Lêçûnên şer li pêşiya afirandina cihên kar, hilberînê û sermayeya nû dibe asteng. Ji ber vê yekê, desthilatdarî divê derbarê çavkaniya pirsgirêkê de tedbîran derxîne. Pêkanînên ku Amerîkayê di hefteyên dawî de li ser Tirkiyeyê ferz kir, krîza ku ev 2 sal in rû daye raxist pêş çavan. Krîzê berî 15 rojan dest pê nekiriye."

'ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN JI HIKUMETA HEYÎ NAYÊ'

Aydogdû got, "Her ku desthilatdarî li pêşberî krîza aboriyê xwe bêçare bike, wê welat bikeve nava rewşeke asêmayî" û wiha dewam kir: "Ji bo çareserkirina vê krîzê hewldan divê. Ev nebe, wê fatûteya krîzê bikeve ser milê gel. Ji bo ev pêvajoya nebaş tavilê ji holê were rakirin, girîng e bi pisporên siyasî û aborî re hevdîtin werin kirin. Lê mixabin desthilatdariya heyî nêrîna pisporan nagire. Hikumeta heyî bi ya xwe dike. Ev yek jî wê Tirkiyeyê bixitimîne."

Hîlmî Aydogdû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê civaka Tirkiyeyê tavilê li ber krîzê rabe û got, "Eger vê neke, dibe ku sibe dereng bimîne. Ji ber ku ev krîz ji texmînan girantir û kûrtir e. Destpêkê hikumet, piştre jî raya giştî divê tedbîrên cidî bigire."