Aydenîz: Me meşa xwe ya Îmraliyê taloq kir

Seroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku wan meşa xwe ya li dijî tecrîdê taloq kiriye, şandeyên wan diçin herêmên erdhej lê çêbûne.

Bi tevlîbûna Seroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter Sezaî Temellî, Omer Ocalan, Mûrat Sarisaç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Saît Dede, Mûazzez Orhan, Erdal Aydemîr, Şevîn Coşkûn, rêvebirên bajar-navçeyan û nûnerên saziyên demokratîk têkildarî erdhejê li Geverê daxuyanî hat dayîn.

Salîha Aydenîz ev tişt gotin:

“Em ji bo kesên di vê karesatê de jiyana xwe ji dest dane, ji Xwedê rehm dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Ji bo hîn zêdetir mirin û birîndarî çênebin, divê demildest kavil bên rakirin. Li Tirkiyeyê karesatên bi vî awayî her timî çêdibin. Ya girîng ew e ku divê her timî li dijî van karesatan, amadekarî hebin. Lê piştî karesat diqewimin, ne mudaxele tên kirin, ne jî mudaxeleyên tên kirin têrker dibin.Em bang li gelê xwe dikin ku li ba hev bin û ji bo ev êş zêdetir nebin, bikevin nav tevgerê.

‘ME MEŞA XWE TALOQ KIR’

Hûn jî sedemê ku em îro li Geverê ne, dizanin. Îro sedemê ku em li Geverê ne, meşa ku wê li dijî tecrîdê ber bi Îmraliyê ve bihata kirin. Me wê ev bername ji Gever û Qoserê daba destpêkirin. Ji ber vê karesatê me meşa xwe taloq kir. Em ê ji vir biçin cihên ku deprem lê qewimîne."