Artêşa Tirk bombe li Çiyayê Sîncîk barand, şewat derket
Piştî bombebarana artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Çiyayê Sîncîk ya navçeya Xozat a Dersimê şewat derket.
Piştî bombebarana artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Çiyayê Sîncîk ya navçeya Xozat a Dersimê şewat derket.
Serê sibê balafirên şer ên F16, SÎHA û helîkopterên kobra yên dewleta Tirk a dagirker bombe li Çiyayê Sîncîk yê navçeya Xozat a Dersimê barand. Hate ragihandin ku piştî bombebaranê şewat derket. Hate diyar kirin ku ji ber bayê şewata li herêmê berbelav bûye.
Şewata li herêma Dundul, Koskozûlca, Bozan, Koçerî, Zengê, Zogar, Degirmendere ya geliyê Alî yê navçeya Xozat a Dersimê ku beriya hefteyekê destpêkirî didome.